Partiya Sûriya Pêşerojê bang kir: Dagirkeriyê bi dawî bikin!

Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê şaxê Reqayê îro xwepêşandanek organize kir û guhertina demografiyê şermezar kir. Di daxuyaniyê de bang li civata navneteweyî û hêzên garantor hat kirin ku planên dewleta Tirk a dagirker li Sûriyê rawestînin.

Partiya Sûriya Pêşerojê bang kir: Dagirkeriyê bi dawî bikin!
31 gulan, 2022   12:14
REQA

Bi sedan şêniyên Reqa û endamên Partiya Sûriya Pêşerojê li pêşiya Dêra Şehîdan kom bûn û bêdengiya navneteweyî li hember êrişên dagirkeriya Tirk şermezar kirin.

Xwepêşandan heta çerxerêya Saetê berdewam kir. Li wê derê xwepêşandan veguherî mitîngê. Bi navê Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê şaxê Reqayê hevserokê meclisê Hemîdî El-Redînî daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku dewleta Tirk a dagirker bi hiceta avakirina herêmeke ewle bi kûrahiya 30 kîlometreyan asta êriş û gefên xwe li dijî herêmê zêde kir.

Her wiha hat diyarkirin ku Erdogan herêmê ji niştecihên wê yên resen vala dike û li şûna wan çeteyên xwe bi cih dike, da ku dîroka herêmê biguherîne û herêmê tev li axa xwe bike.

Her wiha di daxuyaniyê de gefên dewleta Tirk a dagirker hatin şermezarkirin û hat gotin: “Em ê bi hêzên xwe re Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li ber xwe bidin û yekitiya axa Sûriyê biparêzin. Em bang li civata navneteweyî û hêzên garantor dikin ku berpirsyariyên xwe bînin cih, dagirkeriyê bi dawî bikin û nehêle careke din destwerdana axa Sûriyê bike.”

(şx)

ANHA