Li Fînlandiyayê xwedîderktina li PKK`ê: Ez jî sempatîzanê PKKê me

Fînlandiyayiyan ji bo rakirina navê PKK`ê ji 'lîsteya terorê' dest bi kampanyaya komkirina îmzeyan kir.

Li Fînlandiyayê xwedîderktina li PKK`ê: Ez jî sempatîzanê PKKê me
30 gulan, 2022   12:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Li hember qedexeya li ser PKK’ê hevgirtina Fînlandiyayiyan didome. Gelên Fînlandiyayê bi awayekî çalak tev li kampanyayên îmzeyan dibin û di rojên dawîn de bi komên ku ava kirine, gelek îmze kom kirin.

Gelên Fînlandiyayê li ser înstagramê kampanyayek dan destpêkirin û peyamên ‘Ez jî sempatîzanê PKKê me’, ‘Divê PKK ji lîsteya terorê were derxistin’, ‘Divê li hemberî zext û daxwazên Tirkiyeyê stû neyê xwarkirin’ û ‘Têkoşîna PKK’ê têkoşîna azadiyê ye’ hate dayîn.

Kampanya li ser malpera bi navê ‘NCKD Finland’ ya înstagramê tê parvekirin.

Hate diyarkirin di sê rojên dawîn de herî kêm hezar îmze hatine komkirin.