Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê gefên dagirkeriyeke nû li herêmê şermezar kir

Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê diyar kir ku gef û êrişên dagirkeriya Tirk bi armanca valakirina herêmê ji niştecihên wê yên resen, bicihkirina terorîstan, guhartina dîroka herêmê û tevlêkirina axa herêmê ji Tirkiyê re tê kirin.

Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê gefên dagirkeriyeke nû li herêmê şermezar kir
30 gulan, 2022   12:28
 KOBANÊ

Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê têkildarî gefên dewleta Tirk a dagirker ên dagirkeriya nû li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyek da.

Hevserokê Meclisa Rêveber Mihemed Şahîn li Navenad Meclisê ya Herêma Firatê ya Bajarê Kobanê daxuyanî xwend.

Şahîn diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi îdiaya avakirina herêma "ewle" ya bi kûrahiya 30 km, gefên dagirkirina herêmên din ên Sûriyê dixwe.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku gefên dewleta Tirk ên vê dawiyê di demekê de tên ku li Tirkiyê aloziyeke siyasî û aborî heye û hat e gotin: “AKP`ê hewl dide krîza heyî derxe derv û jê bireve, ji ber ku hilbijartin nêzîk bûne û rejîma Tirk a li ser hikumê alîgirên xwe winda kirine.”

Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê di daxuyaniyê de li ser êrişeke nû ya dewleta Tirk a dagirker hişyarî da û got: "Ev êriş armanc dike herêm ji niştecihên xwe yên resen vala bibe da ku çeteyên terorîst lê bi cih bike pê re jî dîroka herêmê biguherîne û xaka herêmê tev li Tirkiyê bike."

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku dewleta Tirk a dagirker gefê li ewlehiya herêmê û gelê wê dixwe û aramnca wê guhartina nasnameya herêmên dîrokî ya herêmê û valakirina wê ji niştecihên resen e mîna ku li Efrîn û herêmên din ên dagikirî kiriye.

Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê bang li civata navneteweyî û dewletên garantor kir ku li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker bi erka xwe rabe û dawiyê li timayên dijminane bîne.

(eh)

ANHA