​​​​​​​Piştî wêranbûna depoyên Girê Spî cotkar berê xwe didin depoyên Çelebiyê

Depoyên Çelebiyê yên herêma Firatê dest bi pêşwazîkirina hilberîna genim a cotkarên kantona Girê Spî û navçeya Eyn Îsayê kir.

​​​​​​​Piştî wêranbûna depoyên Girê Spî cotkar berê xwe didin depoyên Çelebiyê
30 gulan, 2022   12:34
EYN ÎSA

Piştî ku depoyên genim ên Mişêrfe, Eyn Îsa û Erîde ji ber topbarana dewleta Tirk a dagirker wêran bûn, cotkarên kantona Eyn Îsayê genimê xwe dibin depoyên Çelebiyê yên kantona Kobanê.

Di vî warî de hevserokê Komîteya Aborî ya kantona Girê Spî Egîd Bozan got: “Piştî wêranbûna depoyên genim ên girêdayî komîteyê, me ji cotkaran re got hilberînên xwe bibin depoyên Çelebiyê.”

Bozan diyar kir ku ev depo ji kantona Girê Spî û navçeya Eyn Îsayê re nêzîk in û dê barê lêçûna barkirinê li ser cotkaran sivik be.

Depoyên Çelebiye bi 70 km li rojavayê navçeya Eyn Îsayê ye û kapasîteya wan a depokirinê 11 hezar ton e.

Komîteya Aborî ya Kantona Girê Spî piştî ku depoyên Çelebiyê bi temamî tijî dibin, dê depoyên Rovî yên kantona Kobanê bixe dewrê.

(şx)

ANHA