Dewleta Tirk Dêra Mar Sawa El-Hekîm wêran kir

Ji ber topbarana dewleta Tirk a dagirker, Dêra Mar Sawa El-Hekîm a li gundê Til Tewîl ê Til Temirê hilweşiya. Di dibistanên gund de jî zirarên mezin çêbûn.

30 gulan, 2022   10:37
HESEKÊ

Vê sibê nûçegihanê me xwe bi zehmetî gihand gundê Til Tewîl ê rojavayê navçeya Til Temirê ya kantona Hesekê û bi dîmen û wêne encamên topbarana dewleta Tirk a dagirker a li ser gund û hin gundên din ên li bakur û rojavayê navçeya Til Temirê ya Hesekê belge kirin.

Ji dîmenên ku nûçegihanê me kişandine, xuya dibe ku dêra gund û her du dibistanên gund bi awayekî yekser hatine hedefgirtin. Tê zanîn ku hedefgirtina perestgeh, dibistan û cihên din ên xizmetê di qanûnên navneteweyî de qedexe ye.

Gundê Til Tewîl ê Asûran du beş e; beşê yekê Um Wexfe û ya din Til Tewîl e. Nûçegihanê me nekarî xwe bigihîne malên gundiyan ên li rojavayê gund, ji ber ku nêzî gundê Erîşe û li hember baregeha dewleta Tirk a li gundê Dawûdiyê ye û tevgerên li wî aliyê gund yekser tên hedefgirtin.

Nûçegihanê me destnîşan kir ku piraniya malên gundiyan, ji ber topbaranê wêran bûne û zirarên mezin gihaştine tora kehrebeyê, dar û rêyên gund.

Li gorî ku nûçegihanê me belge kiriye, ji ber topbaranê ji destpêka salê ve 9 dibistan yekser hatine hedefgirtin, di nav de 2 dibistanên gundê Til Tewîl hene. Her wiha ev dêra 5`an e ku tê hedefgirtin, piştî ku dewleta Tirk a dagirker mizgeftên gundên Dirdara, Tewîla, navçeya Zirgan û gund Esediyê kirin hedef.

Ji dema ku dewleta Tirk û çeteyên wê herêm dagir kir û bi vir ve, sûcên wan ên li dijî şêniyên herêmê berdewam in, vê yekê li ber çavên hêzên qaşo garantorên agirbestê ne, pêk tînin.

(şx)

ANHA