​​​​​​​Yekitiya Parêzeran bang li Komkara Erebî kir

Desteya Giştî ya Yekitiya Parêzeran bi daxuyaniyekê bêdengiya Komkara Erebî û civata navneteweyî ya li hember projeya mêtingeriyê ya dewleta Tirk a li herêmên dagirkirî şermezar kir û banga pêkanîna biryara NY`yê ya 2254’an kir.

​​​​​​​Yekitiya Parêzeran bang li Komkara Erebî kir
30 gulan, 2022   10:20
REQA

Bi dehan endamên Desteya Giştî ya Yekitiya Parêzeran a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li pêşiya avahiya dadgehê ya bajarê Reqayê kom bûn û li dijî projeya mêtingeriyê ya dewleta Tirk daxuyaniyek da. Hevserokê Yekitiya Parêzeran a Reqayê Xalid El-Hesen daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku projeya mêtingeriyê destpêka qutkirina herêmên dagikirî ji Sûriyê ye û wiha dewam kir: "Desteya Giştî ya Yekitiya Parêzeran û Desteya Edaleta Civakî ya Reqayê berdewamkirina siyaseta rejîma Tirk a vegerandina welatiyên sûrî li herêmên dagirkirî ku şêniyên resen bi darê zorê jê hatin koçberkirin, wek planeke qirêjî dibîne û armanca wê ew e ku Sûriyê parçe bike.”

Di daxuyaniyê de îşaret bi binpêkirina qanûnên navneteweyî ji aliyê dewleta Tirk ve, hate kirin û wiha hate gotin: "Penaberên ji bakurê Sûriyê li Tirkiyê kirin çete û niha wan û malbatên wan vedigerînin xaka Sûriyê, ev jî ji aliyê qanûnî ve li dijî pîvanên navneteweyî ye û dikeve çarçoveya sûcên şer."

Di daxuyaniyê de bang li hemû saziyên qanûnî û hiquqî yên cîhanê hate kirin ku li dijî planên dewleta Tirk bisekinin û biryara Neteweyên Yekbûyî ya 2254’an were pêkanîn.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: "Ji vir em ji gelê Sûriyê yê li hundir û derveyî welat re dibêjin kar û xebata xwe xurt bikin û planên Erdogan ên tirkkirina xaka Sûriyê ya dagirkirî têk bibin. Li aliyekî din jî em bêdengiya civata navneteweyî û Komkara Erebî ya li hemberî projeya mêtingeriyê şermezar dikin û dibêjin Kiwêt û hin dewletên Kendavê ku destekê didin vê projeyê, şirîkên planên Erdogan in."

Di dawiya daxuyaniyê de bang li gelê Sûriyê hate kirin ku li dijî artêşa Tirk destekê bidin têkoşîn û berxwedanê.

(eh)

ANHA