Şêniyên Tebqayê projeya mêtingeriyê ya dewleta Tirk red kir

Meclisa Partiya Sûriya Demokratîk ya Tebqayê ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmê, bi dirûşma “Na ji gefên dagirkeriya Tirk re li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê” xwepêşandanek li dar xist.

Şêniyên Tebqayê projeya mêtingeriyê ya dewleta Tirk red kir
30 gulan, 2022   10:41
TEBQA

Bi sedan şêniyên Tebqa, rûspiyên êlên herêmê, endamên saziyên sivîl, Kombûna Jinan a Zanûbiya û ciwan tev li xwepêşandanê bûn.

Beşdarên çalakiyê li pêşiya Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zanûbiya ya li Reqayê kom bûn û dest bi meşê kir. Xwepêşandan li parka Şehîd Hevrîn Xelef bi dawî bû.

Piştî meşê serokê Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê Ehmed El-Xelef daxuyanî bi navê partiyê da. Daxuyanî wiha ye:

“Hikumeta AKP`ê bi serkêşiya dewleta Tirk a dagirker siyasetên xwe yên dijminane li dijî herêmê didomîne. Bi hinceta parastina ewlehiya xwe gefan li ewlehiya dewletên cîran dixwe, serdestiya wan binpê dike û şêniyên wê koçber dike. Her wiha hewl dide axa wan dagir bike.

Ji destpêka aloziya Sûriyê ve, dewleta Tirk destwerdana kar û barên Sûriyê kir, destek da komên çeteyan da ku ajandeyên xwe pêk bînin û tevlihevî û terorê belav bikin.

Bi wê hincetê destwerdana leşkerî ya yekser kir da ku axa Sûriyê dagir bike, ji Efrînê bigire heta bigihêje bakurê Helebê.

Dewleta Tirk şert û mercên navneteweyî û herêmî bi kar anîn da ku ajandeyên xwe û xewna vejandina Împaratoriya Osmanî li ser hesabê ewlehiya dewletên cîran pêk bîne. Ji bo wê lihevkirinên agirbestê yên bi Amerîka û Rûsyayê re îmze kirine, binpê kirin.

Dewleta Tirk ragihand ku amadekariya destwerdaneke fireh a hemwext li Sûriyê û Iraqê dike, nexasim li Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

Erdogan ji vê hemleyê dixwaze raya giştî ya Tirkiyê û neteweperestên Tirk razî bike bi taybet ku hilbijartinên Tirkiyê nêz in û banga derxistina penaberan dikin, bi taybet ên sûrî.

Em hemû êriş û gefên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Sûriyê û Iraqê şermezar dikin û hemû planên parçekirin, mêtingerî û guhertina demografiyê red dikin.

Em bang li civata navneteweyî, NY, rêxistinên mafên mirovan û hêzên garantor dikin ku aloziya Sûriyê li gorî biryara 2254 bi dawî bikin, ewlehî li Sûriyê bisepînin, rê li pêşiya destwerdanên derve bigirin, piştgiriyê bidin diyaloga sûrî-sûrî da ku bigihêjin Sûriyeya demokratîk a nenavendî û pirreng.”

 (şx)

ANHA