​​​​​​​Piştî kuştina efserekî îranî, Îsraîlê hemwelatiyên xwe hişyar kirin ku neçin Tirkiyê

Ji ber metirsiyên bersivandina Îranê li hember kuştina efserekî Artêşa Pasdaran a Îranê di hefteya borî de, Îsraîlê hemwelatiyên xwe hişyar kirin ku neçin Tirkiyê.

​​​​​​​Piştî kuştina efserekî îranî, Îsraîlê hemwelatiyên xwe hişyar kirin ku neçin Tirkiyê
30 gulan, 2022   09:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Desteya Ewlehiya Neteweyî ya Îsraîlê îro bi daxuyaniyeke fermî got: “Ji beriya çend hefteyan ve bi taybet piştî ku Îranê Îsraîl bi kuştina efserekî Artêşa Parêzvanên Şoreşa Îslamî (Artêşa Pasdaran) yê Îranê tawanbar kir, metirsiyên saziyên ewlehiyê zêde dibin ku Îran êriş bike.”

Desteya Ewlehiya Neteweyî di dewama daxuyaniya xwe de hemwelatiyên xwe hişyar kirin ku nekevin rêya Tirkiyê û diyar kir ku di van rojan de Tirkiye xetereyeke mezin li ser welatê wan çêdike.

Di 22`yê Gulanê de li paytexta Îranê Tehranê serhengê Îranê Hesen Seyad Xudayî ji aliyê kesên nenas ve hatibû kuştin. Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî jî soza tolhildanê dabû.

Desteya Weşanê ya Fermî ya Îsraîlê diyar kiribû ku hikumetê asta hişyariyê li nûnertiyên xwe yên li derve zêde kiriye. Lê belê Îsraîlê kuştina serheng Hesen Seyad Xudayî negirt ser xwe.

 (şx)