Li Hesekê meşa ji bo piştgiriya berxwedana gerîla

Bi hezaran şêniyên kantona Hesekê ji bo piştgirî bidin berxwedana gerîla meşek li dar xistin û teqez kir ku ew ê heta dawî li ber xwe bidin.

Li Hesekê meşa ji bo piştgiriya berxwedana gerîla
Li Hesekê meşa ji bo piştgiriya berxwedana gerîla
Li Hesekê meşa ji bo piştgiriya berxwedana gerîla
Li Hesekê meşa ji bo piştgiriya berxwedana gerîla
Li Hesekê meşa ji bo piştgiriya berxwedana gerîla
Li Hesekê meşa ji bo piştgiriya berxwedana gerîla
Li Hesekê meşa ji bo piştgiriya berxwedana gerîla
Li Hesekê meşa ji bo piştgiriya berxwedana gerîla
Li Hesekê meşa ji bo piştgiriya berxwedana gerîla
29 gulan, 2022   19:39
HESEKÊ

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê bi koordîneya Tevgera Çand û Hunerê ya bajarê Hesekê --ûvbi diruşmeya "Li dijî dagirkerî û xiyanetê werin cenga azadiyê" meşeke girseyî liVdar xist. Bi hezaran şêniyên kantona Hesekê tevlî meşê bûn.

Beşdaran alên Kongra Star û Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê her wiha pankartên "Bi vîna gelan û gerîla em ê dagirkerî û xiyanetê têk bibin" hildan.

 Meş ji çarxerêya Hemame dest pê kir, li nava kolanên taxa Miftî geriya heta ku gihişte navenda Çand û Hunerê ya li nava taxa Miftî.

Piştî kêliya rêzgirtinê, endamê rêveber ê Tevgera Çand û Hunerê Ednan Îbrahîm axivî û got: "Dewleta Tirk a dagirker bi rêya êrişên li ser herêmê dixwaze sînaryoya Osmanî dubare bike, ew ji bo têkbirina hebûna me çeteyan bi kar tîne."

Endamê Rêveber ê  Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê Qehreman Hesekê jî axivî û got: "Em ê weke ciwan li dijî Erdogan û hemû êrişên li ser hêzên me yên li çiya û her devereke din bisekinin û hewldanên Erdogan dê bi bin bikevin. Em li vir dijîn, lê dil û ruhê me bi hêzên gerîla yên li Zap, Metîna û Avaşînê re ye."

Di dawiya meşê de, koma Tolhildan a girêdayî navenda Çand û Hunerê ya Hesekê stranên folklorî gotin, şêniyan jî govend gerandin.

(şt)

ANHA