​​​​​​​Welatiyên li eniyên şer: Dagirker û çeteyên wê dixwazin me koçber bikin

Welatiyên ji herêmên şer ên rojane têne topbarankirin diyar kir ku armanca dewleta Tirk û çeteyên wê ji êrişên rojane ku şêniyên herêmê koçber bikin, wan veguherînin avahiyên mêtîngeriyê ji çeteyan re û gotin dê destekê bidin hêzên leşkerî û gelên herêmê da ku li hember êrişên ku ji sala 2012`yan de ve li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomin, rawestînin.

​​​​​​​Welatiyên li eniyên şer: Dagirker û çeteyên wê dixwazin me koçber bikin
30 gulan, 2022   04:27
HESEKÊ

Piştî ku dewleta Tirk û çeteyên wê di dawiya 2019`an de herêma Serêkaniyê dagir kir, êrişên wê li ser navçeya Til Temir û gundewarên wê ranewestîne. Navçe bi awayekî rojane tê topbarankirin. Di encama wê de windahiyên mirovî û zirarên madî çêdibin.

ANHA`yê nêrîna şêniyên navçeyê girt. Şêniyan teqez kir ku armanc ji topbarana rojane ya dagirkeriyê ew e ku xaka Sûriyê dagir bike û gelê wê koçberê bike.

Welatiyê bi navê Mihemed Tahir wiha axivî: "Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê rojane navçeya Til Temirê bi dijwarî topbaran dikin. Ev topbaran digihêje navçeya Zirganê j. Bi vê yekê dagirker dixwazin şêniyên resen ên herêmê koçber bikin û demografiya wê biguhêrin. Ev hewldana dagirkeran ne nû ye. Ev yek berdewama xwestekên wê yên di sala 2012`yan de ye."

Girêdayî êrişên ku têne kirin Mihemed Tahir da zanîn ku ew mîna hemû şêniyên navçeya Til Temirê bi axa xwe ve girêdayî ne, amade ne parastina wê bikin û ji dagirkeriyê re nahêlin û wiha domand: "Em bi hemû pêkhateyên navçeyê teqez dikin ku dev ji xaka xwe bernedin. Bijarteya me mayîn û parastina vê xakê ye."

Welatiyê bi navê Hisên El-Mihemed jî got êriş û gef berdewam in, ji destpêka aloziya Sûriyê ve nehatine rawestandin û wiha axivî: "Êrişên ku dewleta Tirk û çeteyên wê pêk tînin ne nû ne. Ji beriya 10 salan ve û heta roja îro em rastî êrişan tên."

Hisên El-Mihemed destnîşan kir ku armanca dewleta Tirk ji êriş û dagirkirina hin herêmên Sûriyê ku şêniyan koçber bike, demografiya herêmê biguhêre, xak û herêmên nû dagir bike.

Welatiyê bi navê Remo Heyder jî diyar kir ku şêniyên navçeya Til Temirê ji ber êrişên li dijî wan rojane zehmetiyan dibînin.

Heyder wiha pê de çû: "Dewleta Tirk hewl dide bi rêya van êrişan dagirker hewl dide herêmê ji şêniyên wê yên resen vala bike û wan veguherîne avahiyên kombûna çeteyan. Weke ku çawa li herêmên dagirkirî dike bi rêya avahiyên mêtîngeriyê. Em dev ji axa xwe bernadin. Em xwe naspêrin tu hêzên derve. Em ê li dijî artêşa Tirk û çeteyên wê destekê bidin hêzên leşkerî li eniyên şer."

Heyder got dê bi hemû rêbazan li hember dagirkeran bisekinin, parastina ax û herêmên xwe bikin.

Welatiya bi navê Hilala El-Hemade jî ev tişt anî ziman: "Me êrişî tu kesî nekiriye heta ku bi vê rêbazê êrişî me bikin. Ev xaka me ye. Tu tişta dagirkeran li herêmên me tune ye heta ku gefan li me dixe û êrişî me dike. Bi rêya van êrişan dixwaze me koçber bike weke ku çawa li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî pêk anî."

Hilala El-Hemade got hêzên garantor (Rûsya û DYA`yê) mîna peykeran e, ji ber rola xwe di rawestandina êrişan de pêk naynin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ev axa bav û kalê me ye. Bi saya şervanên me, em ê li ser axa xwe bimînin. Em ê destekê bidin hêzên leşkerî û bi hevgirtina pêkhateyan dê li hember êrişan bisekinin."

(bx)

ANHA