Di Turnuvaya Newroz de tîma Sûka Hitîn bû şampiyon

Duh Turnuvaya Newroz a Futbolê li Stada Aliyan a gundê Helîq ê navçeya Girkê Legê bi serketina tîma Sûka Hitîn li hember tîma Esdîqa Şivan bi dawî bû û tîma Sûka Hitîn bû şampiyon.

Di Turnuvaya Newroz de tîma Sûka Hitîn bû şampiyon
30 gulan, 2022   07:47
QAMIŞLO

Bi beşdarbûna endamên rêveber ên Yekitiya Werzîşê û kluba Cîhad, Turnuvaya Newroz a Futbolê li Stada Aliyan a gundê Helîq ê navçeya Girkê Legê bi dawî bû.

Navenda Helîq a Werzîşê ya navçeya Girkê Legê, Adara borî turnuvaya futbolê bi navê ‘Newroz’ li dar xist. Tê de 64 tîmên ji hemû bajar, bajarok û gundên kantona Qamişloyê beşdar bûn.

Turnuvayê 2 mehan dewam kir û duh bi serketina tîma Sûka Hitîn a ji Qamişloyê li hember tîma Esdîqa Şivan, bi dawî bû û tîma Sûka Hitîn bû şampiyon.

Her wiha 32 tîm derbasî beşa duyemîn a turnuvayê bûn ku dê tev li ‘Turnuvaya Wefadarî bo Şehîdên Rojava’ bibin.

(şx)

ANHA