​​​​​​​MÎT`ê li Cindirêsê welatiyek revand

Îstixbarata dewleta Tirk a dagirker li ser bendên kontrolê welatiyek ji şêniyên navçeya Cindirêsê revand û bir cihekî nediyar. 

​​​​​​​MÎT`ê li Cindirêsê welatiyek revand
30 gulan, 2022   07:57
ŞEHBA

Çavkaniyekî ji navçeya Cindirêsê ragihand îstixbarata dewleta Tirk (MÎT) welatiyê bi navê Nîzar Mihemed Bozan (25) ê ji navçeyê revand û bir cihekî nediyar. Her wiha erebeya wî desteser kir.

Heman çavkanî diyar kir ku Nîzar Mihemed Bozan li ser bendekê kontrolê ya îstixbarata dewleta Tirk a dagirker ku li ser rêya di navbera bajarê Efrînê û navçeya Cindirêsê de ye, dema diçû bajêr da ku hin pêdiviyan bikire, hatiye revandin.

(şx)

ANHA