Komîteya Amadekar a Kongreya Diyaloga Lubnanî-Kurdî: Kongre di vê demê de pir girîng in

Endamê Komîteya Amadekar a Kongreya Diyaloga Lubnanî-Kurdî Ebdulselam Ehmed teqez kirk u lidarxistina mîna van kongre û hevdîtinan di navbera gelên Kurd û Ereb de li gel şert û mercên zehmet ên li herêmê û şerên navneteweyî, xwedî girîngiyeke mezin e.

Komîteya Amadekar a Kongreya Diyaloga Lubnanî-Kurdî: Kongre di vê demê de pir girîng in
30 gulan, 2022   07:22
BEYRÛT-ZIYAD EBÛ XEZALÊ

Endamê Komîteya Amadekar a Kongreya Diyaloga Lubnanî-Kurdî û nûnerê Rêveberiya Xweser li Lubnanê Ebdulselam Ehmed got: “Kongre di şert û mercên dijwar û şerên navneteweyî de li dar ket. Herêm ne aram e ji ber wê dibe guhertinên dramatîk rû bidin. Ev guhertin dê zirarê bigihîne gelê Kurd û Ereb.”

Ebduselam Ehmed wiha domand: “Têkiliyên dîrokî û berjewendiyên hevbeş di navbera gelên Kurd û Ereb de li vê herêmê hene.”

Ehmed teqezî bi rola Ereban di rewakirina doza kurdî û piştgiriya gelê Kurd de kir û got: “Dewleta Tirk ne tenê gelê Kurd lê belê Ereban jî dike hedef. Tê zanîn ku dewleta Tirk bi serkêşiya Erdogan dixwaze careke din xîlafeta osmanî vegerîne. Cîhana erebî jî wek milkê dewleta Osmanî dibîne.”

Ebduselam Ehmed wiha domand: “Kongre peyamek e û rengekî hişyarkirinê ye ku civaka Ereb li ser Kurdan xwedî agahî be, ji fikrê şaş li ser Kurdan ku dibêjin ew Îsraîla duyemîn in, dûr bikeve. Mixabin gelek bi vî awayî behsa Kurdan dikin. Lê bandora Kurdan di dîroka erebî û îslamî de heye.”

Di dawiyê de Ehmed got: “Kurd roleke mezin di bersivdayîna êrişên li ser Ereban de, lîstiye. Kurd li hember hemleyên Xaçperestan yên li dijî herêmê, hemleyên Tatar û Mexolan jî sekinîn û bûn bendeke asê.”

Kongre bi encamnameyekê û gelek perspektîfan bi dawî bû di nav de pêwîstiya xurtkirina diyaloga çandî ya di dirêjahiya dîrokê de di navbera gelan, nasnameyan, çandan û olan de mayînde bûye.

Di kongreyê de soza mayîndekirian çanda qebûlkirin û naskirina nasnameyên neteweyî, çandî û olî hate dayîn û wek çavkaniyeke dewlemend û cihêrengiyê hate dîtin. Her wiha hat teqezkirin ku rêya çareserkirina pirsgirêkan û nakokiyên li Lubnan û Rojhilata Navîn, ne şer diyalog e. Li ser wê, teqezî bi pêwîstî û girîngiya pêşxistina projeya neteweya demokratîk û dewleta hemwelatîbûnê wek bingehek ji bo avakirina pêşerojeke bi hêvî bo herêmê û zemînek ji bo pêkanîna aştî, demokrasî û azadiyê kir.

Armanca kongreyê, parastin û pêşxistina nirxên çandî, demokratîk, civakî û siyasî yên hevbeş ên gelên herêmê ye ku divê diyaloga çandî ya di dîrokê di navbera gelan, nasnameyan, çandan û olan de yên li Lubnanê hatiye rûniştandin, bê pêşxistin. Ji bo vê yekê pêşniyar hat kirin ku komîteyek ji rewşenbîran bê avakirin.

(şx)

ANHA