Rojnameyên erebî: Pêşbîniyên têkildarî xitimîna siyasî li Lubnanê

Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên îro de, behsa hilbijartinên Lubnanê, bidawîkirina rewşa awarte li Sûdanê û agirbesta Yemenê kir.

Rojnameyên erebî: Pêşbîniyên têkildarî xitimîna siyasî li Lubnanê
30 gulan, 2022   07:06
NAVENDA NÛÇEYAN

ENCAMÊN NE DAWÎN ÊN HILBIJARTINAN, ALOZIYÊN LI LUBNANÊ ZÊDETIR DIKE

Di kar û barên Lubnanê de, rojnameya El-Ereb wiha nivîsî: “Piştî nêzî hefteyan ji hilbijartinên parlamantoyê, ku bi parlamantoyeke parçebûyî û gelek blokan bi encam bû, li Lubnanê hîna jî rewş ne zelal e. Ev yek ihtîmala xitimîna siyasî ku dibe avakirina hikumeteke nû û hibijartina serokekî nû dereng bixe, zêde dike. Bi wê re xebatên sererastkirina diravî û aborî ku şertên wergirtina piştgiriyê ji Fona Navneteweyî û hevkarên din ên navneteweyî ye, asteng dibin.

Li gorî hin şîrovekaran, ji ber nebûna blokeke mezin a diyar dibe ku nakokiyên siyasî yên aliyên Lubnanê bidomin. Lêkolîner Kerîm Êmîl Beytar dibêje, heke reforma siyasî di çar salên pêş de neyê kirin, ihtîmaleke mezin e ku hemû saziyên dewletê têk biçin.

Encamên hilbijartinên parlamantoyê yên Lubnanê ku 15`ê Gulanê pêk hatibûn, bi temamî bi dawî nebûne. Li gorî encamên destpêkê, parlamantoyeke parçebûyî ku tê de gelek blok hene derket holê û Hizbullah û hevalbenên wî destkeftiya ku 2018`an bi dest xistibû, ji dest da.

Ji beriya zêdetirî du salan ve li Lubnanê krîzeke aborî ya kûr heye, lîreya Lubnanê li hemberî dolar têk çûye, sotemenî û derman bi zehmetî tên peydakirin û nirxê madeyên xwarinê bilind bûye.

Gelê Lubnanê ji parlamantoya nû dixwazin ku ji wan re jiyaneke asayî peyda bike, lê hêviyên wan di pêkanînê de lawaz in.”

SÛDAN: LI SERANSERÊ WELÊT REWŞA AWARTE HAT BIDAWÎKIRIN

Di rewşa Sûdanê de jî, rojnameya Şerq El-Ewsat nivîsî: “Piştî biryara Meclisa Ewlehî û Parastinê, duh serokê Meclisa Serdestiyê ya Demkî Ebdulfetah El-Burhan rewşa awarte li seranserê welêt bi dawî kir. Meclisa Serdestiyê bi daxuyaniyekê got ku biryar ji bo lidarxistina diyalogeke berhemdar û bi armanc ku îstiqrarê bi xwe re bîne, hatiye girtin.

Meclisa Ewlehî û Parastinê biryara bidawîkirina rewşa awarte û berdana hemû girtiyan li gorî qanûna rewşa awarte, dabû. Duh li koşka komariyê meclisê di civîna bi serokatiya El-Burhan de, rewşa ewlehiyê li welêt, amadekirina rewşê j bo lidarxistina diyalogê û lihevkirina nîştimanî nîqaş kiribû. Di 25`ê Cotmeha borî de, serok El-Burhan li seranserê welêt rewşa awarte ragihandibû, meclisa serdestiy û hikumeta demkî ji hev xistibû.

Mekanîzmeya sêalî ya NY, Yekitiya Afrîkayê û Rêxistina El-Îxad ku diyaloga di navbera aliyên Sûdanê de hêsan dikir, her tim banga rakirina rewşa awarte, berdana hemû girtiyan û rawestandina tundiyê ji bo destpêkirina diyalogê û çareserkirina aloziya siyasî li welêt, dikir. Hêzên siyasî yên muxalîf yên Sûdanê ji bo tevlêbûna danûstandinên yekser, bidawîkirina “darbeye” û rawestandina tundiyê li dijî xwepêşandêran şert datîne.”

YEMEN..VENEKIRINA RÊYAN GEFÊ LI AGIRBESTÊ DIXWE

Rojnameya El-Beyan jî behsa rewşa Yemenê kir û wiha nivîsî: “Ligel bendewariya berteka aliyên Yemenê li hember pêşniyarên nûnerê navneteweyî yên vekirina rêyên diçin bajarê Teiz û parêzgehên din, çarenûsa dirêjkirina agirbesta bi sponseriya NY`yê taloqkirî dimîne. Ji lewre, nûnerê navneteweyî ji meclisa serokatiyê xwest ku pêşniyarên wî qebûl bike. Di heman demê de navbeynkaran xwest ku zextên li ser Hûsiyan zêdetir bibin da ku di oxira agirbestê de tawîzan bidin.

Aliyên Yemenê jî peydakirina mekanîzemeyek çavdêriya leşkerî ji bo agirbestê û binpêkirinên wê, nîqaş dikin. Ev yek nîşan dide ku bi rastî niyetên dirêjkirina agirbestê hene. Tenê tevgerên navneteweyî û herêmî li gel aliyên şer ji bo vekirina rêyan, dirêjkirina dema agirbestê diyar dike ku dibe bigihêje 6 mehan. Ji lewre pêwîstî bi danûstandinên siyasî yên giştî çêdibe.

(cx)