​​​​​​​Meclisa Rûspiyan a Hesekê: Divê NY û Komkara Erebî berpirsyarên xwe bînin cih

Meclisa Rûspiyan a Hesekê bang li NY û Komkara Erebî kir ku berpirsyariyên xwe li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Sûriyê û Iraqê bînin cih, êrişan, koçberkirina welatiyan û guhertina demografiya herêmê rawestînin.

​​​​​​​Meclisa Rûspiyan a Hesekê: Divê NY û Komkara Erebî berpirsyarên xwe bînin cih
28 gulan, 2022   12:34
HESEKÊ

Meclisa Rûspiyan têkildarî êriş û gefên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê, daxuyaniyek da.

Cîgirê sekreterê giştî yê Partiya Muhafazekeran Ekrem Mehşûş daxuyanî li pêşiya navenda meclisa kantonê xwend. Nûnerên rûspiyên êlên bajêr tev li xwendina daxuyaniyê bûn.

Di daxuyaniyê de meclisê êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser axa Sûriyê û Iraqê û dagirkirina axa wê, şermezar kirin û got: “Em hêvî dikin ku dewletên Iraq û Sûriyê li rex gelê xwe li hember dagirkeriya Tirk bisekinin ku li dijî nirxên mirovahiyê ye û bi hinceta parastina ewlehiya xwe êrişî dewletên cîran dike.”

Meclisê bang li NY û Komkara Erebî kir ku ji bo parastina azadiya gelan û ewlehiya wan ji êriş û dagirkirina dewleta Tirk biparêzin, erk û berpirsyariyên xwe bînin cih. Ji ber ku dewleta Tirk binesaziya her du welatan dike hedef, sivîlan dikuje, koçber dike û demografiya herêmên ku dagir dike, diguherîne.

(şx)

ANHA