Li Minbicê ji bo derxistina navê PKK`ê ji "lîsteya terorê" 302 hezar îmze hatin komkirin

Komîteya Rêbertî li Minbicê bi armanca derxistina navê PKK`ê ji "lîsteya terorê" 302 hezar û 220 îmze kom kirin û bi daxuyaniyekê da zanîn ku têkoşîna partiyê ji bo azadî û demokrasiyê di peymanên NY`yê û rêgezên wê yên giştî de hatine mîsogerkirin.

Li Minbicê ji bo derxistina navê PKK`ê ji "lîsteya terorê" 302 hezar îmze hatin komkirin
28 gulan, 2022   12:31
MINBIC

Îro Komîteya Rêbertî li Minbicê bi daxuyaniyekê ragihand ku ji bo derxistina navê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ji "lîsteya terorê" ji meha Çileya derbasbûyî ve dest bi komkirina îmzeyan kiriye û di wê çarçoveyê de 302 hezar û 220 îmze kom kirin.

Berdevka komîteyê Asya El-Hisên bi beşdariya nûnerên komîteyan, saziyên sivîl, partiyan, şêx û rûspiyên eşîran li pêşiya Navenda Çand û Hunerê ya naverasta bajêr, daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Piştî bidawîbûna çalakiyên demokratîk ji bo derxistina navê PKK`ê ji lîsteya terorê û ji ber fedakariyên ku partiyê ji bo avakirina biratiya gelan, jiyana hevbeş û wekheviyê li ser bingeha felsefeya neteweya demokratîk, em xelkê Minbicê piştgiriya însiyatîfa gel a Bakur û rojhilatê Sûriyê û Însiyatîfa Edaleta Navneteweyî ji bo Kurdan re radigihînin. Li ser bingeha baweriya me ku têkoşîna PKK`ê ji bo azadî û demokrasiyê têkoşîneke rewa ye û di peymanên NY û rêgezê wê yên giştî de hatiye mîsogerkirin, me dest bi vê hemleya xwe kir.

Ji ber wê divê em balê bikişînin ser ku dewleta Tirk ji zêdetirî 100 salan ve siyaseteke qirker û înkarker li dijî gelên herêmê dimeşîne. Hemû jî vê yekê dizanin.

Ji ber vê siyasetê jî bi dehan tevger, serhildan û şoreş li dar ketin û ava bûn. Di nav de PKK heye ku li hember terora dewleta Tirk li ber xwe dide.

Sûcên dewleta Tirk a dagirker ranewestînin û di vê dawiyê de jî gelek caran gefa pêkanîna destwerdaneke nû li dijî bakurê Sûriyê xwar ku qaşo armanc dike bi hinceta parastina ewlehiya xwe herêmeke ewle ava bike û penaberên sûrî vegerîne.

Ev gefên dewleta Tirk a dagirker li ser pêşerojê herêmê, aştî û ewlehiya herêmî û navneteweyî xeter in. Her wiha hewldan û fedakariyên ji bo têkoşîna li dijî terorê hatine dayîn, têk dibe. Li ser pêşeroja Sûriyê û çareseriya wê gefeke rasteqîn e. Lê ji ber ku PKK`ê roleke mezin di rizgarkirina herêmên berfireh li Sûriyê û Iraqê de ji terorê lîstiye û ji bo wê jî bi hezaran şehîd dan, me dest bi hemleya xwe kir û 302 hezar û 220 îmze kom kirin.”

(eh)

ANHA