Ciwanên Reqa, Tebqa û Dêrazorê dê li dijî dagirkeriyê û ji bo piştgiriya gerîla bimeşin

Desteya Ciwan û Werzîşê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku ji bo şermezarkirina dagirkerî û xiyanetê û piştgiriya gerîla, dê meşeke dirêj heta 3 rojan li dar bixin.

Ciwanên Reqa, Tebqa û Dêrazorê dê li dijî dagirkeriyê û ji bo piştgiriya gerîla bimeşin
28 gulan, 2022   12:40
REQA

Endamên desteyê tevî endamên Komîteyên Ciwan û Werzîşê yên Reqa, Tebqa û Dêrazorê li stada beledî kom bûn.

Hevserokê desteyê Bozan Barkalo daxuyanî da û tê de got: “Mîna ku em dizanin dewleta Tirk a dagirker û hevkarên wê yên xayîn, êrişî her çar parçeyên Kurdistanê dikin. Êrişên wê yên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê ne yên yekemîn in, ji salan ve dixwaze gerîla û gelên azadîxwaz tune bike.

Ji bo wê dewleta Tirk bi Kurdên xayîn û malbata Barzanî re hewl dide gerîla tune bike ku ji bo rûmeta gelê me û gelên bindest li Kurdistan û cîhanê tê dikoşin.

Berxwedana gerîla li çiyayên Kurdistanê, QSD, YPG, YPJ û ciwanan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hember gefên dewleta Tirk a dagirker û hêzên ku hewl didin gelê herêmê qir bikin, ji ciwanên Kurd, Ereb û Suryan pêwîst dike ku berxwedanê bidomînin.

Di çarçoveya bangewaziya ciwanan a seferberiya giştî de ku bi dirûşma ‘Werin cenga azadiyê li dijî dagirkerî û xiyanetê’ em ê meşeke dirêj ji Qamişlo heta Dêrikê ya 3 rojan li dar bixin. Meşa me dê 30`yê Gulanê dest pê bike. Em bang li tevgerên ciwanan, werzîşvanan û partiyan dikin ku tev li meşê bibin. Xwedî vîn bin û helwesta xwe li hember dagirkeriyê û xiyaneta malbata Barzanî nîşan bidin. Em ê ji bo azadiyê li ber xwe bidin û tê bikoşin. Serkeftin dê para gerîla û gelê me be.”

(şx)

ANHA