​​​​​​​Li Derayê di mehekê de 45 bûyerên hedefgirtinê pêk hatine

SOHR`ê ragihand ku li bajarê Derayê ji destpêka meha Gulanê ve 45 bûyerên hedefgirtina kesan pêk hatine û piştî "lihevkirinên" hikumeta Şamê yên bi navbeykariya Rûsyayê zêdetir bûne.

​​​​​​​Li Derayê di mehekê de 45 bûyerên hedefgirtinê pêk hatine
28 gulan, 2022   11:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Li bajarê Derayê yê başûrê Sûriyê tevliheviya ewlehiyê dewam e. Li ser vê yekê jî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku ji destpêka Gulanê ve 45 bûyerên hedefgirtina kesan bi rêbazên cuda pêk hatine.

Di encamê de li Derayê de 39 kes hatine kuştin, ji wan 11 welatî û 20 leşkerên hêzên hikumeta Şamê û kesên tev li  "lihevkirinan" bûne, her wiha kesên bi ser hikumeta Şamê ve û 2 leşkerên ‘Feyleqê 5`an’ a girêdayî Rûsyayê, çekdarekî nenas û leşkerekî ji hêzên hikumeta Şamê qut bûye û 4 bazirganên narkotîkê ne.

Ji dema ku hikumeta Şamê projeya "lihevkirinê" li Derayê pêk aniye ku ya yekemîn piştî 2018`an bû û ya duyemîn jî 2021`an bû, li bajêr alozî heye.

(eh)