Desteya Rêveberiya Herêmî û Jîngehê li Reqayê rêya kamyonan sererast dike

Desteya Rêveberiya Herêmî û Jîngehê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê rêya kamyon û sehrîcan a Selam heta gundê Marûde û rêya Reqa-Eyn Îsa sererast dike.

Desteya Rêveberiya Herêmî û Jîngehê li Reqayê rêya kamyonan sererast dike
27 gulan, 2022   06:17
REQA-EHMED EL-ESAF

Bi armanca sivikkirina qerbalixa li tax û bajarokên bajarê Reqayê, Desteya Rêveberiya Herêmî û Jîngehê rêya Reqa-Keramê sererast dike.

Endamê Daîreya Xizmetguzariyê ya Desteya Rêveberiya Herêmî û Jîngehê endezyar Îhab Hemid ji ajansa me re plansaziya 2022`yan eşkere kir û got: "Îsal em ê bi dirêjahiya 34 kîlometreyan rêya Menaxir-Marûde heta  rêya Reqa-Eyn Îsa ya di navbera rêya M4 de sererast bikin."

Têkildarî girîngiya vê rêyê Îhab Hamid got: "Sererastkirina vê rêya girîng e, ji ber ku alternetîfa rêya Keramê-Reqayê ye ku wê hemû erebeyên bazirganiyê, kamyon û sehrîc di vê rêyê re derbas bibin û qerbalixa li taxên Reqayê bi dawî bibe. Her wiha ew ê qarbalixa li ser rêya Reqa-Keramê jî sivik bibe."

Dirêjbûna rê 34 kîlometreyê ye û bahbûna wê jî 8 metre ye. Xebatên sererastkirina rê ji beriya mehekê ve dest pê kir û niha jî bi dirêjbûna 16 kîlometeryan kevir û xîz lê tê reşandin, piştre wê were qîrkirin.

Hamid wiha axaftina xwe dewam kir: "Projeyên din jî hene. Di rojên pêş de em ê rêya Til Seman a bakurê Reqayê sererast bikin, her wiha em ê projeya rêya Selam a par berdewam bikin, ji ber ku sala derbasbûyî me qonaxa yekemîn bi dawî kir û îsal em ê dest bi qonaxa duyemîn bikin. Em ê bi dirêjbûna 155 kîlometreyan û stûrbûna 8 cm qîr bikin û rê bi qasî 12 metreyan berfireh bikin."

Piştî ku dewleta Tirk a dagirker rêya M4 li pêşiya welatiyan girt, rêya Selam (Ebyed) tevgera çûn û hatinê hêsan dike

(eh)

ANHA