​​​​​​​Dewleta Tirk li axa Sûriyê sînorên dewleteke nû xêz dike

Piştî lêkirina dîwar û kolandina xendekan li bakurê Sûriyê û daxuyaniyên têkildarî bicihkirina milyonek penaber li şûna şêniyên resen, metirsiyên sûriyan ên têkildarî çarenûsa herêmên bakurê welêt ên di bin dagirkeriya Tirkiyê de zêdetir bûn.

​​​​​​​Dewleta Tirk li axa Sûriyê sînorên dewleteke nû xêz dike
27 gulan, 2022   01:37
KOBANÊ-CÛMA MIHEMED

Di dawiya 2021`an de, dewleta Tirk a dagirker kolandina xendekan li derdora herêmên Girê Spî û Serêkaniyê yên dagirkirî bi armanca qutkirina wan ji axa Sûriyê, bi dawî kir.

Ew herêm di Cotmeha 2019`an de ji aliyê dewleta Tirk ve hatin dagirkirin û nêzî 300 hezar Kurd, Ereb û Tirkmen bi darê zorê hatin koçberkirin. Li şûna wan malbatên çeteyan hatin bicihkirin. Her wiha bi sedan malbatên çeteyên berê yên DAIŞ`ê yên ku piştî rizgarkirina herêmê ji aliyê şervanên YPG/YPJ`ê ve reviyabûn Tirkiyê û bi salan li wir mabûn, vegerîn herêmê.

Xendek bi dirêjahiya 230 km û kûrahiya 30 km di axa Sûriyê de li hemberî rêya M4 hatine kolandin.

Li ser dirêjahiya xendekan baregehên dewleta Tirk hene. Li gorî hin daneyên ku ajansa me bi dest xistine, tenê li Girê Spî û Serêkaniyê zêdetirî 50 baregeh hene.

Li wan baregehan, sîstemên radar û şopandinê, her wiha tank, panzer û bi hezaran leşker hatine bicihkirin.

Çavdêr hişyarî didin ku li pişt van kiryarên dewleta Tirk li ser erdê, armancên siyasî yên stratejîk hene, bi taybet niyeta dewleta Tirk a diyarkirina sînorên nû ji bo Tirkiyê yan jî sînorên dewleteke nû ya girêdayî wê.

Ev nirxandin ji ber gelek sedeman di bala sûriyan re jî derbas dibe, ji ber ku dewleta Tirk ji dema ku herêmên Sûriyê dagir kiriye ve dest bi amadekirina meteryalên bi zimanê tirkî li dibistanan, belavkirina zimanê tirkî li cihên giştî û li hemû qadên jiyanê kir. Her wiha pereyên tirkî ferz kir û herî dawî behsa projeya bicihkirina milyonek penaberên sûrî li wan herêman kir.

Ev projeya Tirkiyê bi rêya avakirina avahiyên mêtîngeriyê li 13 herêmên dagirkirî yên bakurê Sûriyê pêk tê. Ew avahî bi desteka rêxistin û dewletên erebî û biyanî tên lêkirin. Ew projeya mêtîngeriyê gefê li binesaziya civakî û demografiya herêmê dixwe, ji ber ku dewleta Tirk ji destpêkê ve û heta niha li ser koçberkirina şêniyên resen û bicihkirin biyaniyan li şûna wan kar dike.

Dewleta Tirk bi guhertina binesaziya mirovî ya bakurê Sûriyê dixwaze dagirkeriya xwe mayînde bike.

Wekî ku xuya dike, plana dewleta Tirk li Efrînê ya herî xeter e. Dagirkeriya Tirk sala 2019`an dest bi lêkirina dîwar kir da ku Efrînê ji herêmên Şehbayê qut bike ku bi hezaran koçberên Efrînê lê dimînin. Ew dîwar jî piştî lêkirina dîwarê li ser sînorê Sûriye-Tirkiye bi dirêjahiya 911 km di 2016`an de, tê lêkirin.

Lêkirina dîwar piştî demekê hat rawestandin, lê belê gelek şanepirs danîn holê. Diyar bû ku dewleta Tirk ber bi qutkirina Efrînê ji Sûriyê ve diçe, vê dawiyê jî dîwarekî bi wî rengî li Marê lê kir.

Dewleta Tirk di Adara 2018`an de bajarê Efrînê û piraniya gundên wê dagir kir û piraniya niştecihên wê yên Kurd bi darê zorê da koçberkirin. Her wiha şêniyên herêmên gundewarê Şamê, Hums, Hema, Dêrazor û hin herêmên din ên Sûriyê li şûna wan bi cih kirin, bi vê rengî demografiya herêmê guherand.

Ji 13`ê Gulanê ve piştî kolandina xendekan li herêmê, li Babê xwepêşandan tên lidarxistin. Dewleta Tirk hewl dide bi kolandina xendekan herêma Babê ji herêmên din ên Sûriyê qut bike. Xendek ji bajarokê Tadif ê di bin serweriya hêzên hikumeta Şamê de bi rêjeya ji sedî 30 derbas dibe, ji sedî 70 ji rûpîvana bajarok jî di bin dagirkeriya dewleta Tirk de ye.

Lêkirina dîwar di navbera Marê û kantona Şehbayê ya bakurê Helebê de jî dewam dike. Heta niha jî nêzî 200 metre hatiye lêkirin.

Çavdêr bi fikar in ku Sûriye ber bi parçekirinê ve biçe, ku dewleta Tirk sînorên nû ava dike, yan jî plan dike ku demeke dirêj li van herêman bimîne.

Kurd jî dibînin ku dewleta Tirk tevî amûrên xwe yên li herêmê dixwaze parçekirina kurdan mayînde bike. Ji ber ku lêkirina dîwarê di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê û di navbera Bakur û Rojhilatê Kurdistanê de bi dawî kir. Hikumeta Kazimî jî di navbera Şengalê û Rojava de dîwar lê dike. Li hundirê Sûriyê herêmê tên parçekirin û ji hev tên qutkirin.

Civata navneteweyî li hemberî siyaseta dewleta Tirk a bi armanca qirkirina kurdan, deng ji xwe dernaxe. Gelê Kurd xwe dispêre hêza xwe ya xweser û encamên têkoşîna tevgera rizgariya Kurdistanê ya ku têkoşîna ji bo bidestxistina mafên rewa yên kurdan û gelên din ên herêmê, bi rêve dibe.

(cx)

ANHA