​​​​​​​Projeya Erdogan û metirsiyên li ser çarenûsa jinan

Dewleta Tirk a dagirker bi rêya projeya bicihkirina penaberên sûrî li herêmên dagirkirî hewl dide îradeya jinan têk bibe ku dînamîka pêşketina civakan in. Nûnera MSD’ê ya li Misirê da zanîn ku bi vê projeyê dê Sûriye jî bibe kaniya rêxistinên herî tundraw.

​​​​​​​Projeya Erdogan û metirsiyên li ser çarenûsa jinan
27 gulan, 2022   06:40
NAVENDA NÛÇEYAN-LÎLAV DÊWANÎ

Serokkamerê Tirk Recep Tayyîp Erdogan hewl dide projeya xwe ya bicihkirina milyonek penaberên sûrî li herêmên Sûriyê yên dagirkirî, pêk bîne ku wan penaberan di avahiyên mêtingeriyê de bi cih bike ku bi destekdayîna komele û rêxistinên Îxwanî yên Qeter û Kuwêtê ava kirine. Li hember vê yekê metirsiyên li ser rewşa jinan li wan herêman zêde dibin.

Ji dema ku dewleta Tirk û çeteyên wê herêmên bakurê Sûriyê û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir kirin ve, jin ji ber zêdebûna sûcên qetilkirin û tundiyê azaran dikişînin. Bi vê yekê hewl didin zextê li jinan bikin û di encamê de civakê lawaz bikin.

HÊZA JINAN Û HEWLDANÊN DAGIRKERIYA TIRK ÊN LAWAZKIRINA WÊ

Girêdayî mijarê, nûnera Meclisa Sûriyê Demokratîk (MSD) ya li Misirê Leyla Mûsa bal kişand ser rola jinan di guhartina civakan û pêşxistina wê de û çawa desthilatê hewl da vê rolê lawaz bike û wiha got: "Rojhilata Navîn dergûşa şaristanî, kaniya mirovahî, zanist, çand, şoreşa çandinî, fikrî, afrînera nirxên exlaqî, bedewî, jiyan, demokrasî û edaleta civakî ye. Ne ji rola jinan ya xwezayî di hundirê civakê û pêşengiya wê ya rêvebirina civakê de bûya, tu destkeftî pêk nedihatin. Jin parastina rewşa civaka xwe kir. Bû rêya parastina aştî, ewlehî û hevgirtina mozaîka civakî û jiyana hevbeş di navbera hemû etnîkên civaka xwe de."

Leyla Mûsa da zanîn ku desthilatiya çêkirî û ferzkirî ji bilî derbekirina jinan, hedefgirtina destkeftiyên wê û kolekirina wê bi rêya alava tundiyê nikarî mayîndebûna xwe biparasta û wiha domand: "Dewleta Tirk bi serkêşiya AKP’ê berdewama zihniyeta desthilata xwe li ser înkar, kolekirin û hedefgirtina jinan ye. Li jinan di dîrokê de li hember vê zihniyetê li ber xwe da û gelek ferdekariyên mezin da ku rola xwe vegerîne û li gorî nasnameya xwe bijî û jiyana li gorî zîhniyeta baviksalariyê daniye, red dike."

Leyla Mûsa rola jinan di Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê mînak nîşan da û wiha got: "Şoreşa jinan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewama ew rihê serhildêr û îsyana li hemberî her cure kolekirin û bindestiyê ye. Jinan berpirsyartiya vegerandina Rojhilata Navîn li rola wê ya şaristanî ku jê hatiye standin, hilgirt. Ji lew re jinan kêliyekê jî di şerê li hember rêxistinên îslamî û terorî yên tundraw dudilî nebû. Jinan parastina civaka xwe û mirovahiyê bi hev re hilgirt û hîna jî hildigire."

Der barê stratejiya AKP’ê ya li dijî şoreşa jinan bi rêya komên tundraw de Leyla Mûsa ev tişt got: "Ji bo hikumeta AKP’ê parastina ewlehî, hebûn û mayîndebûna desthilata xwe bike, bi rêya komên îslamî stratejiya li dijî şoreşa jinan pêk anî. Da ku jin her tim werin çewisandin û kole bimînin. Ew yek jî bi hemû cureyên tundiyê pêk tîne. Sûcên li dijî jinan li herêmên dagirkirî pêk tên nîşaneya wê yekê ne."

BELAVKIRINA ZÎHNIYETA ÎXWANÎ

Projeya Erdogan li 13 herêmên dagirkirî ye, li Ezaz, Cerablus, Babê yê bakurê Helebê, Girê Spî û Serêkaniyê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Ev proje bi hevkariya "Meclisên Herêmî" yên girêdayî çeteyên dagirkeriyê li herêmên dagirkirî pêk tên. Da ku penaberên sûrî li wan avahiyên ji wan re tên amadekirin, bi cih bikin. Ev hemû jî di çarçoveya guhartina demografiya wan herêman û qutkirina wan ji xaka Sûriyê de tên kirin.

Erdogan di daxuyaniya xwe de projeya xwe ya dagirkeriya nû eşkere kir. Li gorî projeyê, heta roja îro 57 hezar û 306 mal li bakurê Sûriyê hatine avakirin. Ev hemle di çarçoveya avakirina 77 hezar malan de ye. Her wiha hat destnîşankirin ku beriya niha 500 hezar sûrî vegerîne herêmên dagirkirî.

Di 9’ê vê mehê de Erdogan ragihand ku ew israr dike 200 hezar malan li avahiyên mêtingehiyê yên li bakurê Sûriyê ava bike û milyonek penaberên sûrî amade ne vegerin. Tevî ku rêxistinên hiqûqî û mirovî belge kirin ku  bi sedema binpêkirinên çeteyên dagirkeriya Tirk, ew herêm xeter û ne ewle ne.

Têkildarî mijarê, Leyla Mûsa li ser armanca dewleta Tirk a dagirker ji hedefgirtina jinan li herêmên dagirkirî, astengkirina wê ji hêla çete û ji hêla îxwnan ve ev tişt anî ziman: "Tişta hikumeta AKP’ê li herêmên dagirkirî pêk tîne rêbazên plankirî ne, teqezî bi domandina xeta desthilatedariyê dike ku bi rêya qutkirina herêmê wê ji rastî û cewherê wê dûr bixwîne. AKP'ê dibîne ku bêyî hedefkirina jinan ku hêza dînamîk a pêşxistin û pêşdeçûna civakan e, nikare armancên xwe pêk bîne."

‛EW PROJE JI BO EWLEHÎ Û AŞTIYA HERÊM Û CÎHANÊ GEF E’

Ji ber projeya Erdogan Leyla Mûsa hişyarî da û wiha pê de çû: "Ev yek xeter e û gefên nû ne tenê li ser ewlehî û aştiya herêmê dixwin, lê li ser tevahî cîhan û mirovahiyê dixwin. Kiryara bicihkirinê ku bi navê vegera dilxwazî hatiye destpêkirin temamkirina stratejiya dewleta Tirk e. Dewleta Tirk ligel aloziyên ku li herêmê diafirîne, armanc dike ku sedsala bê ava bike, bi taktîk û rêbazên nû dixwaze stratejiya xwe biparêze.  Tişta ku hikumeta AKP’ê dike vegerandina senaryoya Lîwa Îskendron û Qibrisê ye. Xeteriyên vê projeya bicihkirinê ne tenê li hundirê Sûriyê ne, ne tenê li ser pêkhateyekê ne, lê belê gefên nû li ser ewlehî û aştiya cîhanê ne."

Leyla Mûsa bal kişand ser helwesta li hemberî plnên Erdogan û got: "Li gel bêdengiya navneteweyî, lihevhatina berjewendiyên navneteweyî, nebûna helwesteke cidî ji aliyê civatên herêmî û navneteweyî ve li hember siyasetên Erdogan em ê bibînin çawa Misirê Îxwan Mislimîn, Efganistanê El-Qaîde û Iraqê DAIŞ’ê çêkirin, dê Sûriyê jî bibe jêdera hemû van kesan an jî dibe ku bibe kaniya rêxistinkirinekê bi navekî nû û tundrawtir."

Bi bicihkirina beşa yekemîn a penaberên sûrî li xaka dagirkirî re, dezgehên çapemeniya herêm dîmen belav kirin ku tê de gelek jinan laçik li xwe kirin. Wê yekê jî metirsiyên jinên çavdêr çêkirin ku penaberên dewleta Tirk dişînin têkiliya xwe bi çeteyên dagirkeriyê yên xwedî zihniyeta tundraw re hene. Ev jî ne dûr e ku dewleta Tirk a dagirker malbatên çeteyan li herêmên Sûriyê yên dagirkirî bi cih kirin.

‛DIVÊ SIYASETÊN DEWLETA TIRK WERIN TEŞHÎRKIRIN'

Nûnera MSD’ê ya li Misirê Leyla Mûsa di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Di radeya yekemîn de ji jinan, ji hemû beşên civaka Sûriyê û cîhanê tê xwestin ku perdeyê ji ser siyasetên hikumeta AKP’ê rakin û dijberî wê bisekinin. Ji ber ew bi vê yekê dihêle Rojhilata Navîn paşketî bimîne. Ya herî girîng jî dibe jêdera teror û tundrawiyê, piştî ku herêmê jêdera şaristanî, nirx, zanîn û zanyariyê bû."

(fr)

ANHA