Meclisa Civaka Ermenî li Reqayê Dêra Şehîdan vekir

Piştî 10 salan ji girtinê, Meclisa Civaka Ermenî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Meclisa Sivîl a Reqayê Dêra Şehîdan vekir. Ev dêr piştî rizgarkirina Reqayê ji çeteyên DAIŞ’ê yekemîn dêr tê vekirin.

Meclisa Civaka Ermenî li Reqayê Dêra Şehîdan vekir
Meclisa Civaka Ermenî li Reqayê Dêra Şehîdan vekir
Meclisa Civaka Ermenî li Reqayê Dêra Şehîdan vekir
Meclisa Civaka Ermenî li Reqayê Dêra Şehîdan vekir
Meclisa Civaka Ermenî li Reqayê Dêra Şehîdan vekir
Meclisa Civaka Ermenî li Reqayê Dêra Şehîdan vekir
Meclisa Civaka Ermenî li Reqayê Dêra Şehîdan vekir
26 gulan, 2022   15:26
REQA

Çeteyên DAIŞ’ê bi dagirkirina Reqayê re, hemû dêrên li bajêr wêran kirin. Lê piştî rizgarkirina bajêr ji hêla şervanên QSD’ê ve, Meclisa Sivîl a Reqayê jinûve dêra Ermen sererast kir û navê Dêra Şehîdan lê kir.

Di merasîmê vekirina dêrê de bi dehan şêniyên Reqa, meclisên sivîl û leşkerî, rûspiyên eşîr û karûbarên olî, endamên Meclisa Civaka Ermenî û gelek welatiyên xiristiyan li Reqa û derveyî wê amade bûn.

/ar/uploads/files/2022/05/26/131547_abd-alslam-hmswrk.webp

Merasîmê vekirina dêrê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, dûre endamê Desteya Serokatiyê ya Meclisa Sivîl a Reqayê Ebduselam Hemsork vekirina dêrê li tevahî xiristiyanên li Reqa, Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîroz kir.

Hemsork wiha domand: "Piştî rizgarkirina Reqayê ji çeteyên DAIŞ’ê Meclisa Sivîl a Reqayê ji nû ve dêra bi temamî hatiye wêran kirin, sererast kir. Em jî îro wê vedikin."

/ar/uploads/files/2022/05/26/131515_ahmd-alaarwny.webp

Li aliyekî din jî, endamê Meclisa Olî ya herêma Firatê şêx Ehmed El-Aronî wiha got: "Em vekirina yekemîn dêra li Reqayê li birayên xwe yên Ermen pîroz dikin. Ev destkeftiyeke mezin ji gelên me re ye."

El-Aronî destnîşan kir ku rola perestgehan di yekitiya gotin, jiyana aştiyane, lihevkirin û têkbirina nakokiyê de mezin e, divê birayên xiristiyan û ermen ên koçber bûn li bajarê xwe vegerin.

Her wiha berdevka Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya  Reqayê Itîmad El-Ehmed wiha got: "Bi hebûna Rêveberiya Xweser tevahî pêkhate û mezhebên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi vekirina vê dêrê  pîroz dikin. Ew jî nîşaneyeke eşkere ya biratiya gelan û jiyana hevbeş e."

/ar/uploads/files/2022/05/26/131530_jan-martw.webp

Li ser navê Meclisa Civaka Ermen birêz Can Marto wiha got: "Em vekirina vê dêrê li birayên xwe yên li Reqa û herêmên din pîroz dikin. Her wiha spasiya Rêveberiya Xweser dikin ku pêdiviyên hemû mezheb û olan pêk tîne. Ev yek jî nîşaneya demokrasî û biratiya gelan e."

Meclisa Civaka Ermenî deriyê dêrê vekir, beşdarî li hundir geriyan û mûmên ji 10 salan ve hatine vemirandin, pêxistin.

(fr)

ANHA