Çalakiya konvendanê ya li Kobanê di roja duyemîn de bi dawî bû

Çalakiya konê serkeftinê ya li Kobanê ya ji bo xwedîderketina li berxwedan gerîlayan di roja duyemîn de bi dawî bû.

Çalakiya konvendanê ya li Kobanê di roja duyemîn de bi dawî bû
26 gulan, 2022   15:08
KOBANÊ

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan a Herêma Firatê duh bi diruşma "Li dijî xiyanetê werin cenga azadiyê" çalakiya "konê serkeftinê" li Qada Şehîd Egîd ya bajarê Kobanê da destpêkirin.

Kon bi wêneyên gerîlayên şehîdan û diruşmeyên çalakiyê hate xwemdinandin.

Bi dehan ciwanên ji Minbic, Tebqa, Reqa û Dêrazorê beşdarî çalakiyê bûn.

Ji rêveberên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Dêrazorê Mahir Ûweys axivî, diyar kir ku ew wekî pêkhateyê Ereb bi eşîrşên xwe êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar dikin û bang li ciwanan kir ku li dijî dagirkeriya Tirk rabin û piştgiriyê bidin gerîlayan.

Mahîr Ûweys her wiha ji bo rakirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan banga xurtkirina têkoşînê kir.

Çalakî bi berzkirina diruşmeyên silavkirina berxwedana gerîla bi dawî bû.

ANHA