​​​​​​​Artêşa Tirk li Bamernê li welatiyan da: 2 zarok şehîd bûn

Hate ragihandin ku artêşa Tirk a dagirker li navçeya Bamernê welatiyên ku ji bo geştê çubun erazî, bombebaran kir. Di encama êrişê de 2 zarok şehîd bû.

​​​​​​​Artêşa Tirk li Bamernê li welatiyan da: 2 zarok şehîd bûn
26 gulan, 2022   17:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gor Rojnews'ê ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên xwecihî, balafirên bê mirov ên dewleta Tirk a dagirker welatiyên gundê Zîweser a ser bi bajarokê Bamernê ya navçeya Amêdiyê ya Başûrê Kurdistanê ku ji bo bo geştê çûbûn erazî, bombebaran kir.

Di encama êrişê de du zarokên temenê wan di navbera 6 û 7 salî de şehîd bû û birîndar jî hene, lê hejmara birîndara nayê zanîn.