Li Edenê ji ber teqînekê 5 kes mirin, 34 birîndar bûn

Li parêzgeha Eden a Yemenê di nava sûkekê de bombeyek hate teqandin. Di encamê de  5 kesan jiyana xwe ji dest da û 34 jî birîndar bûn.

Li Edenê ji ber teqînekê 5 kes mirin, 34 birîndar bûn
26 gulan, 2022   14:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya RT, di teqîna li sûkekê ya li parêzgeha Eden a Yemenê de bi kêmanî 5 kesan jiyana xwe ji dest da û 34 jî birîndar bûn.

Çavkaniyekî di rêveberiya ewlehiya Edenê de diya kir ku bombeyeke di bermîleke çopê de ya di nava sûka masiyan a herêma Şêx Osman de hatibû bicihkin û ji dûr ve hate teqandin.

Li gorî heman çavkanî, birîndarên rewşên giran rakirin nexweşxaneya Bijîşkên Bêsînor.

Her wiha nexweşxaniya "Bijîşk Bêsînor" bang li hemiyan kir ku xwîna xwe bidin birîndaran.

Ji aliyekî din ve, şêwirmendê wezîrê çapemeniyê yê Yemenê, Ehmed El-Misêblî got ku di encama teqîna li taxa Şêx Osman de, 5 kesan jiyana xwe ji dest da, di nav wan de jî zarokek heye.