Welatiyên Kurd û Ereb: Bi hêz û xweparastinê em ê planên dagirkeriyê pûç bikin

Pêkhateyên Kurd û Ereb da zanîn ku gefên herî dawî yên dewleta Tirk a dagirker ne nû ne û her wiha, dewleta Tirk di dîrokê de mîna dewleteke xwînmij tê naskirin. Li herêmê hemû pêkhate mîna pêkhateyekê ne, tu hêz nikare vê pêkhateyê ji hev bixe û got, “Bi xweparastinê em ê karibin planên dijminan pûç bikin.”

Welatiyên Kurd û Ereb: Bi hêz û xweparastinê em ê planên dagirkeriyê pûç bikin
25 gulan, 2022   23:35
QAMIŞLO – SÎMA BIROKÊ

Ev çend sal in êriş û gefên dewleta Tirk a qirker li dijî pêkhate û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê nehatine rawestandin. Êrişên bi şerê taybet, bejahî û hewayî pêk tîne hetanî di dagirkirina herêman de beriya niha çekên qedexekirî bi kar aniye. Herî dawî bi daxuyaniyekê Erdogan careke din gefên êrişeke nû li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwarin.

Der barê mijarê de welatiyên ji pêkhateyên Ereb û Kurd nêrîna xwe anîn ziman.

Ji pêkhateya Ereb Raxib Ehmed diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker li hemberî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê her dem êrişan pêk tîne, bi rêya êrişên xwe dixwaze welatî di nava metirsiyê de bimînin û got: “Naxwaze pêkhateyên herêmê di nava aramiyekê de li gor xwe û bi çanda xwe re bijîn.”

Raxib Ehmed da zanîn ku ji ber pêkhateyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi awayekî hevgirtî û lihevkirî li herêmên xwe dimînin, dewleta Tirk a dagirker dixwaze vê hevgirtinê têk bibe.

Girêdayî rewşa herêmên Rêveberiya Xweser Raxib Ehmed wiha domand: “Heke rêveberî tune bûya me nikarîbû li ber xwe  bida, ev yek jî li hêzên me yên leşkerî jî vedigire. QSD di nava xwe de hevgirtinek dihewîne, ji ber vê sedemê heta niha bi lehengî li hemberî êrişan rawestiya û dewam jî dike.”

Raxib Ehmed destnîşan kir ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê her dem bi yek helwestî li dijî êrişan derdikeve û got: “Hemû pêkhate Kurd, Ereb û Suryan mîna pêkhateyekê ne, tu hêz nikarin vê pêkhateyê ji hev bixin.”

`DEWLETA TIRK BI DEWLETEKE XWÎNMIJ TÊ NASKIRIN`

Ji pêkhateya Kurd Ibtîsam El-Hisên jî da zanîn ku ji sala 2018`an ve dewleta Tirk a dagirker gef û êrişên xwe ranewestandine û got: “Yek ji sûcên dewleta Tirk a herî dawî jî bicihkirina çeteyan li herêmên dagirkirî bû, pê re jî asta êrişên xwe li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bilind dike.”

Ibtîsam El-Hisên da xuyakirin ku mebesta dewleta Tirk a qirker ji êrişan ew e gihandina peyama berfirehkirina erdenîgariya Tirkiyê ye û got: “Da ku gelê Kurd tevî çanda wan qir bike. Dewleta Tirk di dîrokê de xwe li ser tunekirinê gelan ava kiriye, bi dewleteke xwînmij tê naskirin. Ev jî di dema dagirkirina Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê de hat xuyakirin ku tê de bi hemû rêbazan êrişên dagirkirinê pêk anî, di êrişan de jî çekên qedexekirî bi kar anîn.”

Ibtîsam El-Hisên destnîşan kir ku ew gef û êrişên dewleta Tirk a dagirker red dikin û qebûl nakin û got: “Em ê her dem tevî têkoşîn bilind bin û berxwedana xwe bidomînin.”

`DIVÊ GEL HER DEM JI ŞERÊ DAGIRKERAN RE AMADE BE`

Izedîn Gedo jî da xuyakirin ku ji demên berê de hikumeta AKP gefan li gelê Kurd dixwe û li ser gefa herî dawî wiha got: “Em vê gefê ne tiştekî nû dibînin, dewleta Tirk banga yek neteweyî dike û tu pêkhate yan neteweyên derveyî xwe nas nake. Li Tirkiyê heman tişt dike, komkujiyan pêk tîne, mînaka wê jî hedefgirtina wê ji eremen re bû.”

Izedîn Gedo da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker qaşo destek da muxalefeta Sûriyê, tê de leşkerên wan ji bo xwe kir çete û li gorî berjewendî û daxwazên xwe bi kar anîn, Izedîn Gedo ev yek jî bi armanca pêkanîna yek ji projeyên dewleta Tirk a guhertina demografî girê da û got: “Guhertina demografî jî wê gelek pirsgirêkan ji gelê herêmê re bîne.”

Di axaftina xwe de Izedîn Gedo bal kişand ser êrişên hevkar ên dewleta Tirk a qirker û PDK`ê û got: “Ew li ser herêmekê nasekine, berê xwe dide her deverê,  pê re Rojava jî hedef digire, divê gelê Kurdistanê ji her cure şerê dagirkeran re amade be.”

Izedîn Gedo da xuyakirin ku divê welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li kêlek hêzên leşkerî parastin û berevaniyê li ber herêmên xwe bikin, mînaka vê yekê jî şerê li hemberî DAIŞ`ê li Kobanê anî û got: “Incex bi vî awayî parastin bê kirin, ji ber ku şerê li dijî gelan tê kirin bi hemû cureyên xwe ne; mînaka wê jî şerê taybet e ku dikare cihê xwe di nava welatiyan de çêbike.”

Izedîn Gedo di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Divê welatî xwedî berpirsyar bin, ji ber gel pişta hêza leşkerî ya li herêmê ye, bi xweparastinê em ê karibin planên dijminan pûç bikin û bi hêza gelan ew ê dewleta Tirk a dagirker negihêje armanca xwe.”

ANHA