Li dijî konsepta êrişê hewcedarî bi konsepta têkoşîna hevpar heye - ŞUKRU GEDÎK

Li dijî konsepta êrişê hewcedarî bi konsepta têkoşîna hevpar heye - ŞUKRU GEDÎK
26 gulan, 2022   00:44

Hema hema her kes qebûl dike ku polîtîkayên êrişê yên dewleta Tirk a faşîst ên ji bo tunekirinê Kurdan, li ser bingeha konsensûseke teqez tê meşandin. Her çend li erdnîgariya Kurdistanê carinan hemwext û carinan jî êrişên din hebin jî, her der bûye hedefa êrişan.

ÎHTÎMALA ÊRIŞA NÛ YA LI DIJÎ ROJAVA

Êrişên dewleta Tirk ên li derveyî sînorê xwe roj bi roj zêde dibin. Hema bêje her roj êrişên bi topan û dronan ên li ser Rojava bûne rûtîn. Heta operasyoneke nû ya dagirkirinê jî ne îhtimaleke dûr e. Şandina penaberên ji Sûriyê wek xebateke ji bo hilbijartinê dibîne û ji bo vê jî pêleke nû ya dagirkeriyê pêkan e ku pê ji xwe re bingehekê ava bike û li herêmên dagirkirî bi cih bike, her wiha welatên fikarên Yekitiya Ewropayê (YE) yên der barê penaberan de kêm bike.

Îhtîmala êrişên bi heman rengî ji bo Başûr, Mexmûr û Şengalê jî heye. Êrişên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, binpêkirina qanûnên şer û qanûnên navneteweyî dewam dikin. Dema nikare berxwedana gerîla bişikîne, hewl dide bi bikaranîna çekên kîmyewî bigihêje armanca xwe. Erdoganê dîktator ku çekên kîmyewî jî di nav de, her cure teknîkê li dijî gerîla bi kar tîne û dibêje “serxwebûna welatan girêdayî serdestiya teknîk e”.

HER KU HILBIJARTIN NÊZÎK BIBIN DÊ ÊRIŞ JÎ ZÊDE BIBIN

Êrişên tunekirinê yên bi heman rengî yên li ser Bakurê Kurdistanê bi awayê operasyonên qirkirina siyasî dewam dikin. Her ku em dikevin rewşa hilbijartinê dê êriş zêdetir bibin. Dixwazin bi astengkirina xebatên siyasî û girtina HDP'ê xwe bigihînin çareseriyeke radîkal. Her ku îhtîmala hilbijartina pêşwext zêde dibe, divê êrişên nû jî bên payîn. Bi vî awayî êrişên li dijî Kurdan jî bûne wesîle ji bo dîzaynkirina siyaseta navxweyî. Bi kurtasî, ji ber tirsa têkçûnê dê her tiştî bikin.

KIRDEYA SIYASET Û DÎPLOMASIYÊ DIJMINATIYA KURDAN E

Di qada dîplomasiyê de jî êriş li ser bingeha argûmana dijberiya Kurdan hatin kirin. Bi derxistina astengiyan li pêşiya endamtiya Fînlandiya û Swêdê ya NATO'yê, karta dijminahiya Kurdan derdixe holê. Dijberiya Kurdan bûye haweynê polîtîkaya derve ya Tirkan. Çi li hundir çi jî li derveyî welat, hebûna xwe bi dijminatiya Kurdan ve girê dane. Yanî bêyî Kurdan ketine rewşeke wisa ku tu îdiayeke wan a din nîn e ku xebatên dîplomasiyê bimeşînin û êrişên tunekirinê bikin. Mirijîna wê ya li hember NATO'yê û xwe li ber her kesî mezinkirin, ji bo wê yekê ye ku tawîzan ji YE û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) bistîne.

MUXALEFET JÎ HEMAN TIŞT E

Partiyên ku xwe li dijî desthilata faşîst nîşan didin jî li ser pirsgirêka Kurd kêm zêde xwedî heman helwestê ne. Tu partî, ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê bi awayekî şênber ne xwedî îhtîmalek an jî planekê ne. Bi taktîkên mijûlkirinê ji hewldana wergirtina dengan wêdetir naçin. Bêyî dengên Kurdan guhertina desthilatê yan jî guhertina rejîmê ne pêkan e û nêzîkatiya li Kurdan jî mijûlkirin e. Muxalîfên ku li kêleka HDP'ê cih nagirin û xwe jê dûr digirin, tenê ji ber ku hewcehiya wan bi Kurdan heye, naxwazin gotinên hişktir bibêjin. Di helwesta wan de ku temsîla zîhniyeta dewletê ya klasîk dike, tu guhertin nîn e. Heke muxalefet cidî be, divê beriya hilbijartinê nêrîna xwe ya li ser pirsgirêka Kurd zelal bike. Nexwe divê Kurd desthilatê bi yekî din nedin qezenckirin, mîna ku di hilbijartinên şaredariyan kirin.

PDK XWE DIKE KELEŞÊ DEWLETA TIRK

PDK jî di nava vê konsepta êrişê ya dewleta Tirk de cihê xwe digire. Di çarçoveya şer de li cem dewleta Tirk a faşîst cih girt û di operasyonên li qadên gerîla de bi roleke aktîf rabû. Ne tenê li qadên gerîla, di êrişên li ser Mexmûr, Şengal û Rojava de jî ev kontraya bêyom çalakiyên xwe didomîne.

PDK'ê xwe spart berjewendiyên stratejîk ên Tirkiyê yên li herêmê û li Rojhilata Navîn û bû keleşê dewleta Tirk. Bi dijminatiya PKK'ê dest bi kar kir, Başûr li ber dagirkeriyê vekir û di siyaseta Iraqê de jî erka berfirehkirina qada bandora dewleta Tirk girt ser milê xwe. Çawa ku aramiya Rojava xera dike, Iraqê jî ber bi bêaramiya siyasî ve dibe. Tirkiye bi DYA û Îsraîlê re hewl dide bi avakirina blokeke li dijî Îranê, Iraqê bixe nava aloziyê.

TÊKOŞÎNEKE HEVPAR A BERXWEDANÊ DIVÊ 

Divê ev hemû êriş li ber çavan bên girtin û Kurd jî konsepteke hevpar a têkoşînê ava bikin. Li ku derê êrişên dijmin hebin, divê serî netewînin û pûç bikin. Şêwaza têkoşînê ya parçebûyî dê dijmin wêrektir bike.

Divê gelê Başûr li dijî êrişkariya dewleta Tirk bêhtir dengê xwe bilind bike, di heman demê de rola xayîn a PDK'ê deşîfre bike. Civaka êzidî, ku dixwazin bi êrişan çavtirsandî bikin, divê tu carî serî li ber xiyanet û teslîmiyetê netewîne û destkeftiyên xwe biparêze.

Divê gelê Rojava bêyî ku li benda êrişeke nû ya dagirkeriyê bisekine, li dijî dagirkeriya Tirk rê û rêbazên têkoşînê yên çalaktir peyda bike û bêyî ku li ser bingeha şerê gel ê şoreşgerî wezîfeya xwe taloq bike, divê bi lezgînî xweparastinê pêk bîne. Li ser vê bingehê divê li gorî şert û mercên rewşa şer birêxistinbûna xwe bilezîne û li dijî êrişên dagirkeriyê amade be.

Li Bakur jî divê ferasetên siyasî yên ku Kurdan wek depoya dengan dibînin, neyên erêkirin û Kurdan nekin alav. Divê helwesta xwe ya diyarker di hilbijartinan de baş bi kar bînin û bêyî ku mafên xwe yên bingehîn bikin mijara bazaran, di pêşeroja Tirkiyê de bi rola xwe rabin.

Divê pê bizanin ku heta bi muzîka wan jî dê her tişt bên qedexekirin û divê xweparastina xwe bi pêş bixin û ya herî girîng jî çalakiyên xwe cihêreng bikin û dijmin paşde vegerînin. 

Heke çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat bi perspektîfa têkoşîna hevpar tev bigerin, dê encamên zêdetir bi dest bikevin.