​​​​​​​Gundên Şêrawa bi dijwarî tên topbarankirin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gelek gundên navçeya Şêrawayê ya Efrîna dagirkirî topbaran dikin.

​​​​​​​Gundên Şêrawa bi dijwarî tên topbarankirin
25 gulan, 2022   19:00
ŞEHBA

Di van kêliyan de artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Aqîbê, Soxanekê, Ziyaretê, Bênê û Xirêbkê bi obistan topbaran dikin.

Li gorî agahiyên destpêkê, nêzî 200 gule li herêmên navborî ketine, di encamê de agir bi erebeyeke sivîl û maleke li gundê Aqîbê ket.

Ji ber dijwariya topbaranê şênî nikarin xwe bigihînin wê malê.

(fr)

ANHA