‛Dewleta Tirk û xayîn nikarin berxwedana me têk bibin’

Bi hezaran şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê li dijî tecrîda li ser rêber Ocalan û xiyaneta PDK'ê meşek li dar xist. Şêniyan teqez kir ku tu kes nikare berxwedana wan têk bibin.

‛Dewleta Tirk û xayîn nikarin berxwedana me têk bibin’
‛Dewleta Tirk û xayîn nikarin berxwedana me têk bibin’
‛Dewleta Tirk û xayîn nikarin berxwedana me têk bibin’
‛Dewleta Tirk û xayîn nikarin berxwedana me têk bibin’
‛Dewleta Tirk û xayîn nikarin berxwedana me têk bibin’
‛Dewleta Tirk û xayîn nikarin berxwedana me têk bibin’
‛Dewleta Tirk û xayîn nikarin berxwedana me têk bibin’
25 gulan, 2022   18:49
HELEB-ARIF SILÊMAN

Îro bi hezaran şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê li bajarê Helebê ji bo şermezarkirina êrişên artêşa Tirk a dagirker û PDK'ê li ser gerîla û tecrîda li ser rêber Ocalan meşek li dar xist.

Bi hezaran şênî, endamên Hêzên Ewlekariya Hindirîn û Hêzên Parastina Civakî li ber hola civînan li beşa rojava ya taxa Şêxmeqsûd li hev kom bûn. Şêniyan alên HPG'ê, YJA Star, PKK'ê, TEV-DEM û wêneyên rêber Abdullah Ocalan bilind kirin.

Beşdaran pankartên " Bi rihê berxwedana Garê em bi ser ketin, em ê li Avaşîn, Zap û Metînayê jî bi ser bikevin","azadiya rêber Apo azadiya me ye, em ê azadiya xwe biparêzin","dem dema azadiya rêber Apo ye","piştgirîkirina rêberên gelê Kurd erka neteweyî û mirovî ye" bilind kirin.

Meş li ber hola civînan dest pê kir, şêniyan siloganên bê serok jiyan nabe, na ji tecrîda li ser rêber Apo û na ji xiyanetê re berz kirin.

Şêniyan berê xwe da kolana sereke li beşa rojava û ji wir berê xwe dan Çerxerêya Şehîd Gulê Selmo.

/ar/uploads/files/2022/05/25/175146_aly-aly.webp

Li wir şêniyan deqeyeke rêzgirtinê girtin, piştre hevserokê Meclisa Taxa Şehîd Cengîz li taxa Eşrefiyê Elî Elî axivî.

Elî Elî tecrîda li ser rêber Ocalan, êrişên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û hevkariya PDK'ê şermezar kirin.

Elî destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker û hevkarên wê bi tecrîda li ser rêber Ocalan û êrişên li ser çiyayên Kurdistanê nikaribin vîna gelê Kurd û gelên azad têk bibin.

Elî wiha domand:" Dewleta Tirk a dagirker û PDK'ê dê careke din bi bin bikevin, çawa gerîla li Garê bi ser ket, dê li Zap, Avaşîn û Metînayê jî bi ser bikeve. Dewleta Tirk dê li ser destê gelê Kurd û gerîla têk biçe."

/ar/uploads/files/2022/05/25/175201_farjyn-mhmd.webp

Endama Kongra Star Varjîn Mihemed jî got: "Dewleta Tirk a dagirker hemû gelên azadîxwaz dike hedef. Dixwazin bi tecrîda li ser rêber Ocalan, rê li ber gelên herêmê bigirin ku azadî bi dest bixin."

Meş bi silloganên şermezarkirina tecrîd û xiyanetê bi dawî bû.

(şt)

ANHA