Kongra Star tecrîda li ser rêber Ocalan şermezar kir

Bi beşdariya bi sedan jinên ji Qamişloyê, Kongra Star xwepêşandanek li dar xist û tecrîda girankirî ya li ser rêber Abdullah Ocalan şermezar kir. Her wiha têkildarî azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan nameyek da Komîseriya Kar û Barên Penaberan a NY’yê.

Kongra Star tecrîda li ser rêber Ocalan şermezar kir
25 gulan, 2022   11:27
 QAMIŞLO

Bi dirûşma “Na ji tecrîdê re, belê ji azadiyê re, bijî serok Apo” jinên ku wêneyên rêber Abdullah Ocalan, alên Kongra Star û PYD`ê rakiribûn, ji Çerxerêya Siyahî ya Qamişloyê dest bi xwepêşandanê kir.

Xwepêşandan li pêşiya avahiya Komîseriya Kar û Barên Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li Qamişloyê veguherî mîtîngê. Li wir endama Kongra Star Şaha Xelîl axivî û bêdengiya civaka navneteweyî û aliyên ku parastina mafên mirovan îdia dikin, rexne kir.

Şaha Xelîl diyar kir ku rêber Abdullah Ocalan dikare hemû pirsgirêkên Rojhilata Navîn çareser bike.

Piştre, şandeyek ku ji Gulistan Gulo, Menîca Heyder, Horiye Şemdîn û Iqlîma Hisên pêk tê, nameyek radestî komîseriyê kir û tê de banga pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan kir.

(cx)

ANHA