Hikumeta Şamê pasaportan difiroşe

Wezareta Karên Hundir a hikumeta Şamê biryarnameyek derxist û buhayê pasaportan wek 300 hezar lîreyên Sûriyê diyar kir. Sûrî ji vê yekê aciz bûn û got “Hikumeta Şamê Sûriye xistiye xizmeta yên gendeliyê dikin."

Hikumeta Şamê pasaportan difiroşe
25 gulan, 2022   11:28
NAVEDAN NÛÇEYAN-GÎVARA ŞÊX NÛR

Hikumeta Şamê derxistina biryarên ku dikevin ber ximzeta alîgirên xwe lê nakevin xizmeta sûriyan, didomîne.

Wezareta Karê Hundir a hikumeta Şamê biryarnameyek derxist û tê de destnîşan kir ku welatî bêyî ku navê xwe li ser platformên elektronîk tomar bikin, dikarin bi 300 hezar lîreyên Sûriyê pasaportê bi dest bixin.

Li hemberî vê biryarê gelek kesan li ser malperên medya sosyal nerazîbûnên xwe nîşan da û hikumeta Şamê wek “dewleta welatiyan talan dike û gendeliyê teşwîq dike” bi nav kir.

Çalakvanekî medya dijîtal dibêje: “Çend rûpelên lênûskeke biçûk êdî bi 300 hezarî ye, tiştekî wiha li ku derê heye?”

Sûriye ji ber hikumeta Şamê di cîhanê de yekem welat e ku pasaportan bi nirxên herî bilind difiroşe welatiyên xwe.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku ji Tîrmeha 2021`an ve li Sûriyê bi hinceta nikarin pasaportan çap bikin, pasaportên nû bi zehmetî tên bidestxistin. Vê yekê rê li pêş bazirganan vekir ku li hember derxistina pasaportan pereyên zêde bixwazin ku gelek gelek sûriyên dixwazin ji welat derkevin, di nava xizaniyê de dijîn. Aborînas dibêjin ku hikumeta Şanê tenê ji bo dewlemendan û aliyên gendeliyê dikin, kar dike.

 (eh)

ANHA