QSD: Tevgerên hêzên navneteweyî yên li Eyn Îsa û Kobanê asayî ne

QSD`ê destnîşan kir ku tevgerên hêzên navneteweyî yên garantor li herêmên Eyn Îsa û Kobanê asayî ne û bi koordîneya QSD’ê û di çarçoveya parastina ewlehiyê û pêkanîna lihevkirina agirbestê de pêk tên.

QSD: Tevgerên hêzên navneteweyî yên li Eyn Îsa û Kobanê asayî ne
25 gulan, 2022   11:28
NAVENEDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) daxuyaniyek da û tê de destnîşan kir ku tevgerên hêzên navneteweyî yên garantor li herêmên Eyn Îsa û Kobanê bi koordîneya wan û di çarçoveya parastina ewlehiyê û lihevkirina agirbestê de pêk tên.

QSD`ê careke din bang li hêzên garantor kir ku mekanîzmayên meydanî û qanûnî çalak bikin da ku rê li pêşiya dagirkeriya Tirk bigirin.

Her wiha QSD`ê roja duşemê daxuyaniyek dabû û diyar kiribû ku tu guhertineke stratejîk di belavbûna hêzên navneteweyî li herêmê de tune ye. Germkirina rewşê û nîşandana hêzê ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve di çarçoveya hewldanên derbekirina îstîqrarê de ye, her wiha armanca dagirkeriyê ji nû ve zindîkirina DAIŞ’ê ye.

(şx)