Mihemed Elî El-Ebo: Planên Tirkiyê gefan li yekitiya xak û gelê Sûriyê dixwe

Hevserokê Meclisa Qanûnsaz a Minbic û Gundewarên wê Mihemed Elî El-Ebo got, dewleta Tirk ji bo li Sûriyê armancên xwe yên siyasî û mêtingeriyê pêk bîne, dosya penaberên sûrî bi kar tîne.

Mihemed Elî El-Ebo: Planên Tirkiyê gefan li yekitiya xak û gelê Sûriyê dixwe
25 gulan, 2022   06:20
MINBIC-EHMED QERACE

3`yê Gulanê serokkomarê Tirk Recep Teyyîp Erdogan ragihandibû ku ew ê bi piştgiriya rêxistinên navneteweyî û tirkî milyonek penaberên sûrî vegerîne herêmên Sûriyê yên dagirkirî. Li aliyekî din jî daxuyandibû ku li bakurê Sûriyê 200 hezar malan li avahiyên mêtingeriyê çêdikin.

Têkildarî mijarê hevserokê Meclisa Qanûnsaz a bajarê Minbic û Gundewarên wê Mihemed Elî El-Ebo axivî û got: "Dewleta Tirk bi hemû rêbazan hewl dide planên xwe yên berfirehkirina projeya Osmanî ku dagirkirina xaka Sûriyê ye, pêk bîne. Hewldana wê ya dawî jî li herêmên dagirkirî yên Sûriyê avahiyên mêtingeriyê çêdike da ku penaberên sûrî yên li Tirkiyê lê bi cih bike."

El-Ebo li ser van hewldanên Tirkiyê hişyarî da û got: "Ev dihêle hevgirtina civakî ya sûrî xirab bibe û fitne di navbera pêkhateyên wê de derkeve. Her wiha rewşa Sûriyê aloztir dike û civakbûyîna Sûriyê jî parçe dike, ji ber ku dixwaze alîgirên xwe lê bi cih bike, lê niştecihên wan herêman li hemberî van kiryaran dê bê deng nemînin."

El-Ebo da zanîn ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê vê yekê red dike, ji ber ku di pêşerojê de bandorê li demografiya xaka Sûriyê û hevgirtina civakî ya pêkhateyên wê dike, penaberên dê werin van kampan ne niştecihên vê herêmê yên resen in.

El-Ebo diyar ku dewleta Tirk di dirêjahiya salên derbasbûyî de dosya penaberên sûrî yên li Tirkiyê wekî kaxezeke zextê li dijî civata navneteweyî bi kar tîne, da ku ajandeyên xwe yên taybet qezenc bike, li aliyekî din jî vê dosyê wekî dosyayeke mirovî bi kar tîne da ku di warê aborî de sûdê jê wergire.

Mihemed Elî El-Ebo diyar kir ku dewleta Tirk bi rêya siyasetên xwe yên tirkkirin, perwerdekirin, danûstandina bi pereyên tirkî û rakirina ala xwe li her cihên giştî û taybet armanc dike herêmên Sûriyê yên dagirkirî tev li xaka xwe bike.

El-Ebo destnîşan kir ku Rêveberiya Xweser her tim bang li sûriyên bi darê zorê yan jî di encama şeran de koçber bûne, dike ku vegerin xak û welatên xwe û wiha dewam kir: "Em jî dixwazin vegerin xaka xwe, da ku dijmin me ji bo berjewendiyên xwe yên taybet wekî belgeyeke zextê bi kar neyne."

Hevserokê Meclisa Qanûnsaz a bajarê Minbic û Gundewarên wê Mihemed Elî El-Ebo bang li civata navneteweyî û Komkara Dewletên Ereban kir ku li hemberî sûc û zêdegaviyên dewleta Tirk bi erka xwe ya qanûnî û mirovî rabin. Ji ber ku bandorê li dewletên ereban ên din jî dike. Her wiha bang li gel jî kir ku li hemberî projeya dewleta Tirk hişyar bin.

Serokkomarê Tirk Recep Teyyîp Erdogan eşkere kiribû ku 500 hezar sûrî vegerîne herêmên dagirkirî. Erdogan bi bîr xist ku Tirkiyê dê li 13 herêmên Sûriyê avahiyên mêtingehiyê ava bike. Her wiha destnîşan kir ku 57 hezar û 306 mal li bakurê Sûriyê hatin lêkirin. Ew yek jî di çarçoveya hemleya lêkirina 77 hezar malan de ye.

(eh)

ANHA