NY’ê li ser gefên Erdogan: Pêdiviya Sûriyê bi operasyonên leşkerî tune ye

NY’yê teqez kir ku pêdiviya Sûriyê bi çi operasyonên leşkerî yên li ser sînorê wê tune ye, lê berovajî wê pêdivî bi lihevkirinên siyasî û alîkariyên mirovî heye.

NY’ê li ser gefên Erdogan: Pêdiviya Sûriyê bi operasyonên leşkerî tune ye
24 gulan, 2022   20:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê fermî yê Sekreterê Giştî yê NY’yê Stephane Dujarric têkildarî gefên serokkomarê dewleta Tirk a dagirker ên êrişên nû li ser herêmên Sûriyê got, "Em parastina yekitiya xaka Sûriyê dikin. Pêdiviya Sûriyê bi tu êrişên leşkerî tune ye. Pêdiviya Sûriyê bi çareseriya siyasî û gelek alîkariyên mirovî heye. Em ji bo van her du mijaran dixebitin."

Serokkomarê dewleta Tirk a dagirker Recep Teyyîp Erdogan beriya çend rojan gefên êrişên nû li ser herêmên Sûriyê xwaribûn.

(fr)