Li Çiyareş Operasyona Şoreşgerî: Gerîla çû ser cenazeyên 12 dagirkeran-HATE NÛKIRIN

Gerîlayên Azadiya Kurdistanê, li qada Çiyareş a Zapê operasyoneke şoreşgerî pêk anî. Hate ragihandin ku di operasyonê de 12 leşkerên dagirker hatine cezakirin û gelek amûr û malzemeyên leşkerî hatine desteserkirin.

Li Çiyareş Operasyona Şoreşgerî: Gerîla çû ser cenazeyên 12 dagirkeran-HATE NÛKIRIN
25 gulan, 2022   07:01
​​​​​​​NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên HPG'ê ragihandin ku Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li qada Çiyareş a li Herêmên Parastinê yên Medyayê operasyoneke şoreşgerî kirine.

Çavkaniyên HPG'ê diyar kirin ku Wezîrê Parastinê yê Tirk tevî fermandarên artêşa Tirk a dagirker sibeha 24'ê Gulanê ji bo leşkerên li Kurojahro hatin cezakirin hatin ser sînor. Çavkaniyan got, "Hêzên me 24'ê Gulanê li qada Çiyareş li dijî dagirkeran operasyoneke din a şoreşgerî dan kirin.

Li gorî agahiyên destpêkê, gerîla çûn ser cenazeyên 12 dagirkeran, 6 çek û gelek alavên leşkerî rakirin.

Tê payîn ku agahiyên berfireh ên li ser operasyonê wê bi raya giştî re jî bêne parvekirin.