ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 25-05-2022

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 25-05-2022
24 gulan, 2022   23:00

-Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan çalakiya Konê Berxwedan û Rûmetê ya li Dêrikê di roja wê ya 4’an de bi dawî dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Komîteya Zarokên Şilêr meşekê li Qamişlo li dar dixe. Meş ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker û tecrîda li ser rêber Ocalan e. saet 16:00’an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

 -Kongra Star ji bo şermezarkirina tecrîda li ser rêber Ocalan meşekê li dar dixe. Meş ji çerxerêya Siyahî heta ber bi avahiya NY’yê ya li Qamişloyê dest pê dike. Saet 10:00’an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Endamê Însiyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ayid Îbrahîm da xuyakirin ku kampanya îmzeyan a ji bo derxistina PKK'ê ji “lîsteyên terorê” temam bûye û ji hedefa xwe derbas bûye û gel “mîna ku bikeve govenda azadiyê” tev lê bûye.  (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Ji ber artêşa Tirk û çeteyên wê kantona Şehbayê bê navber topbaran dikin. Ji ber topbaranê herî kêm 20 hektar zeviyên çandiniyê şewitîn. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Ebdulkerîm Omer hevkariya PDK'ê bi dewleta Tirk a dagirker re xiyanet bi nav kir  û got, "PDK'ê destkeftiyên kurdan dixe xeteriyê û divê Kurd ji bo parastina destkeftiyan yekitiya xwe ava bikin." (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Hevserokê Meclisa Qanûnsaz a Minbic û Gundewarên wê Mihemed Elî El-Ibo got, dewleta Tirk ji bo li Sûriyê armancên xwe yên siyasî û mêtingeriyê pêk bîne, dosya penaberên sûrî bi kar tîne. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên li dijî welatiyên li Şehbayê dijwartir kirine, bi wê re armanc dike herêmê ji niştecihên wê vala bike. Lê welatî bi bijarteya berxwedanê ve girêdayî ne. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Welatiyên kantona Hesekê li ser timayên dewleta Tirk a dagirker ên li Herêmên Parastinê yên Medyayê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê hişyarî da û got "Li hember van timayan yekitiya xwe xurttir bikin." (BI WÊNE Û DÎMEN)

POLÎTÎKA

- Endama rêveber a Nivîsgeha Jinan a MSD’ê Debîbe El-Nasir da zanîn ku armanca dewleta Tirk a dagirker ji êrişan dawîanîna li prjojeya Rêveberiya Xweser e û got, "Têkbirina projeya demokratîk armanca hemû rejîmên navendî ye." BI WÊNE Û DÎMEN)

HEVPEYVÎN

- Muxalifê sûrî Fîras Qesas da zanîn ku serokkomarê Tirkiyê Recep Teyyîp Erdogan bêyî ku rêz ji pîvanên NY an jî ji rewabûna navneteweyî ya ji mafên mirovan re bigire hewl dide projeya "Osmaniya Nû" pêk bîne.

DOSYA

-Şoreşa Kurdistanê wan salan piştî 2013’an kete qonaxeke nû. Bi rola serke ya Rêberê Gelê Kurd pêvajoyên krêtîk hatin jiyîn. Piştî 5’ê Nîsana 2015’an pêvajoyeke nû ya tecrîd û êşkenceyê dest pê kir.

ANHA