​​​​​​​QSD: Tu guhartinên stratejîk di belavkirinên hêzên navneteweyî li herêmê de tune ne

QSD’ê teqez kir ku tu guhartinên stratejîk di belavkirina hêzên navneteweyî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de tune ne û da zanîn ku ew gefên dewleta Tirk lêkolîn dikin.

​​​​​​​QSD: Tu guhartinên stratejîk di belavkirinên hêzên navneteweyî li herêmê de tune ne
23 gulan, 2022   20:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Der barê gefên dawî yên serokkomarê dewleta Tirk de yên li ser êrişên nû li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) daxuyaniyek da.

Di daxuyaniya QSD’ê de wiha hate gotin:

"Tu guhartinên stratejîk di belavkirina hêzên navnetweyî yên garantor li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de tune ne. Germkirina rewşê û nîşandana hêzê ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve di çarçoveya hewldanên derbekirina îstîqrarê de ye, her wiha armanca dagirkeriyê jinûve zindîkirina DAIŞ’ê ye.

Hêzên me asta gefên dewleta Tirk ên aktîf û pêşbîn li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê lêkolîn dikin û agahiyan bi hêzên navneteweyî yên garantor re parve dikin."

(fr)

ANHA