DAIŞ’ê 6 welatî li Kerkûkê kuştin

Çeteyên DAIŞ’ê li bajaroka Taze Xurmato ya Kerkûkê êrişek pêk anî di encamê de 6 welatiyan jiyana xwe ji dest da. Piştre jî di navbera çeteyan û hêzên Heşda Şebî de pevçûn derket.

DAIŞ’ê 6 welatî li Kerkûkê kuştin
23 gulan, 2022   19:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Di saetên êvarê de li nêzî bajaroka Taze Xurmato ya bi ser Kerkûkê ve çeteyên DAIŞ’ê êriş kirin, di encamê de 6 welatiyan jiyana xwe ji dest dan.

Li gor zanyariyên Berdevkê Eniya Bakur a Heşda Şebî Elî Haşmî dane Rojnewsê, li sinorê Taze Xurmato, şeş welatiyên ku bi karê dirûnê ve mijûl bûn, di encama êrişa çeteyên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest dan.

Elî Haşmî diyar kir piştî çeteyan her 6 welatî kuştin, hêzeke lîwaya 16’an a Heşda Şebî çû cihê bûyerê, piştre di navbera wan û çeteyan de pevçûn derket.