Hevbendiya QUAD hişyarî da Çînê

Rayedarên hevbendiya QUAD, bi awayekî nerasterast Çîn hişyar kir ku hewldanên "guhertina rewşa heyî bi darê zor" bike. Ev civîn piştî serokê Amerîkayê Joe Biden ragihand ku ew amade ye destwerdana leşkerî bike ku Taywanê ji çi êrişên Çînê biparêze, pêk hat.

Hevbendiya QUAD hişyarî da Çînê
24 gulan, 2022   14:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Rayedarên Japonya, Hindistan, Australia û Amerîkayê îro sêşemê hişyarî ji hewldanên guhertina rewşa heyî bi darê zorê li herêmê dan.

Ew her çar dewlet di bin navê hevbendiya QUAD, di daxuyaniya xwe de bal nekişandin ser tevgerên leşkerî yên Çînê li herêmê, lê dilgiraniya xwe anîn ziman.

Di daxuyaniyê de ku sernavê wê "şerê li Ukraynayê" ye, lê wan helwesteke yekgirtî der barê tevgera leşkerî ya Rûsyayê nedan. Ji ber Hindistanê nexwest tevgera Rûsya li Ukraynayê şermezar bike.

Serokwezîrê Japonyayê Fumio Kishida di civînê de got, " Êrişa Rûsyayê li Ukraynayê pirensîpên sereke yên sîstema cîhanê bin pê dike, em hewldananên guhertina rewşê bi darê zorê qebûl nakin."

Di daxuyaniya hevbeş de navên Rûsya û Çînê neanîn ziman, lê wan hin çalakiyên ku tê de Çîn tê tawanbarkirin bi lêv kirin.

Di daxuyaniyê de hate eşkerekirin ku ew dewlet li dijî hemû hewildanên şantaj û yekalî yên ku rewşa heyî diguherînin.

Ew her çar welat dixwazin bi hevbendiya xwe di aliyê aborî û leşkerî de li hember Çînê rawestin.

(şt)