Nivîsgeha Jinan a MSD: Dewletên destwerdêr li Sûriyê şerê Rêveberiya Xweser dikin

Nivîsgeha Jinan a MSD’ê ya Reqa civînek li dar xist, tê de bal kişand ser armancên dewletên destwerdêr li Sûriyê û şerkirina projeya Rêveberiya Xweser ku piştgirî dide çarekirina krîzê.

 Nivîsgeha Jinan a MSD: Dewletên destwerdêr li Sûriyê şerê Rêveberiya Xweser dikin
24 gulan, 2022   14:58
REQA

Nivîsgeha Jinan a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) li Reqayê civînek li dar xist, tê de pêşdeçûnên siyasî û pêwîstiya xurtkirina jinan di civakê de nîqaş kirin. Di civînê de bi dehan endamên saziyên sivîl û MSD’ê amade bûn.

Civîn bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, dûre endama Nivîsgeha Têkiliyên MSD’ê Jiyan Mela Mehmûd rewşa siyasî nirxand û bal kişand ser bandorên şerê Rûsya-Ukrayna li Sûriyê û got: "Şerê Rûsya û Ukrayna bandoreke neyênî li qada Sûriyê kir."

Jiyan Mela Mehmûd wiha domand: "Ji destpêka krîza Sûriyê ve dewleta Tirk destwerdan li karûbarên Sûriyê kir, herêmên bakurê Sûriyê dagir kirin ku armancên xwe yên mêtingeriyê pêk bîne."

Jiyan Meha Mehmûd bal kişand ser rola neyênî ya dewletên destwerdêr li krîza Sûriyê û ev tişt got: "Rüsya weke garantor derbasî herêmê bû, lê rola xwe pêk neanî, wê jî krîz zêdetir kir."

Jiyan Mela Mehmûd li ser hewldan û hevkariya Rûsya bi hikumeta Şamê re di ferzkirina ambargoya aborî li ser herêmê de axivî û da zanîn ku Rûsya bi vetokirina girtina deriyê Til Koçer dorpêça li ser herêmê giran kir.

Li ser êrişên li dijî Rêveberiya Xweser Jiyan Mela Mehmûd ev tişt got: "Ji ber ku Rêveberiya Xweser projeya çareserkirina krîza Sûriyê pêşkêş kir, şerê wê tê kirin. Ji ber ev proje ne li gorî aliyên dijber e."

Li aliyekî din jî endama rêveber a Nivîsgeha Jinan a MSD’ê Debîbe El-Nasir got Bakur û Rojhilatê Sûriyê, piştî rizgarkirina wê ji çeteyên DAIŞ’ê, bû cihê herî ewle ji tevahî sûriyan re.

Debîbe El-Nasir bal kişand ser pêwîstiya naskirina hebûna jinan li qada Sûriyê bi taybet li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û wiha gotina xwe bi dawî kir: "MSD’ê hemahengiya nîştimanî û demokrasî ye ku ji meclisa hêzên civakî û siyasî pêk tê."

(fr)

ANHA