Artêşa Tirk gelek pez li Dêrikê kuştin

Artêşa Tirk a dagirker gule li şivanên ji gundê Hacî Meterî yê Dêrikê reşandin, di encamê de gelek pezên wan hatin kuştin.

Artêşa Tirk gelek pez li Dêrikê kuştin
24 gulan, 2022   14:13
QAMIŞLO

Hêzên parastina sînor ên dewleta Tirk, dema şivanên gundê Hacî Meter yê Dêrikê pezên xwe diçêrandin gule li wan reşandin.

Li gorî çavkaniyên jig und, di encama gulreşandinê de gelek pezên Eta Serhan û Seîd Hac Îbrahîm ên ji şêniyên gund hatin kuştin.

Çavkaniyan da zanîn ku hêzên parastina sînor ên dewleta Tirk nahêlin şênî pezên xwe li nêzî sînor biçêrînin.

(fr)

ANHA