Ji ber bahozê li Holê 15 bircên kehrebeyê qulibîn

Hejmara bircên kehrebeyê ku ji ber bahozê li navçeya Holê ya Hesekê ketine xwarê, gihat 15’an.

Ji ber bahozê li Holê 15 bircên kehrebeyê qulibîn
24 gulan, 2022   12:00
 HESEKÊ

Michim El-Ehmed ku karmendekî navenda kehrebeyê ya Holê ye, ji ANHA’yê re ragihand ku piştî xebatên şopandinê li xeta 66`an a di navbera stasyona sereke ya Hesekê û stasyona kehrebeyê ya Mezrea ya navçeya Holê de, diyar bû ku hejmara bircên ji ber bahozê qulibîne, gihaşt 15’an.

Li gorî El-Ehmed stasyona Mezrea kehrebeyê dide gundewarên bakur û başûrê Holê û destnîşan kir ku xebatên sererastkirinê dê berdewam bikin heta birc dîsa bên xebitandin.

(şx)

ANHA