Xebatên serjimariyê li 3 navçeyên Hesekê berdewam in

Duh Nivîsgeha Plankirin, Geşepêdan û Serjimariyê ya Herêma Cizîrê dest bi pêvajoya duyemîn a xebatên serjimariyê kir. Tê payîn ku ev xebat îro bi dawî bibe.

Xebatên serjimariyê li 3 navçeyên Hesekê berdewam in
24 gulan, 2022   10:38
HESEKÊ

Nivîsgeha Plankirin, Geşepêdan û Serjimariyê ya Herêma Cizîrê duh duşemê dest bi pêvajoya duyemîn a xebatên serjimariyê li navçeyên Til Temir, Zirgan û Dirbêsiyê kir.

Tomarkirin bi rêya bernameyeke taybet a serjimariyê ya dîjîtal pêk tê. Agahî bi rêya lênûska malbatê, nasname û agahiyê li cem malbat û komînê tên berhevkirin.

Di xebatê de 756 mamosteyên Desteya Perwerde û Fêrkirinê tevî endamên rêveber ên komîn û meclisên navçeyan cih digirin. Xebatên serjimariyê li her sê navçeyan û bajarokên girêdayî wan ên Çiyayê Kizwan ê Til Temirê, Sîker, Xename, Qirmanî û Til Kermê yên Dirbêsiyê pêk tên.

Têkildarî mijarê hevserokê Nivîsgeha Plankirin, Geşepêdan û Serjimariyê ya Herêma Cizîrê Mecîd El-Hac El-Elî ji ajansa me re axivî û got: “Me xebatên xwe ji herêma Koçeran dest pê kirin. Piştî ku xebatên me yên destpêkê bi ser ketin, me projeya xwe li kantona Qamişloyê bi giştî meşand.”

El-Elî wiha domand: “Duh pêvajoya duyemîn a xebatên serjimariyê li kantona Hesekê dest pê kir. Tîmên me li navçeyên Dirbêsiyê, Zirgan û Til Temirê ne û agahiyan tomar dikin. Heta niha tu pirsgirêk li pêşiya me derneketine.”

El-Elî têkildarî xebatên serjimariyê yên li Til Temirê jî got: “Me digot belkî ji ber koçberan serjimarî li Til Temirê hinekî zehmet be, lê tu pirsgirêk derneketin.”

El-Elî di dawiyê de wiha axivî: “Ji serjimariyê diyar bû ku gelek kêmasî hene, em ê hewl bidin çareser bikin û pêdiviyên şêniyên herêmê peyda bikin. Em ê xebatên xwe yên ji bo belgekirina detayên têkildarî çandinî û sewalvaniyê berdewam bikin da ku li cem me, zemîneke agahiyan a giştî hebe û ji bo ku di pêşerojê de sûdê jê bigirin.”

Berdevka Komîteya Serjimariyê Buşra Şêxî bi rêya telefonê ji ajansa me re diyar kir ku li navçeya Zirganê ji ber rewşa ewlehiyê hinek pirsgirêk derketine û wiha domand: “Lê piştî vegera ewlehiyê tîmên serjimariyê niha karên xwe didomînin.”

Tê payîn ku komîteyên berpirsyar xebatên xwe îro bi dawî bikin û dê piştre xebatên xwe li navçeyên başûrê kantona Hesekê bimeşînin.

(şx)

ANHA