Wezîrê karên derve yê Tirkiyê îro diçe Îsraîlê

Wezîrê karên derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu îro diçe Îsraîlê û tê payîn ku 2 rojan li wir hevdîtinan bike.

Wezîrê karên derve yê Tirkiyê îro diçe Îsraîlê
24 gulan, 2022   12:39
 NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Karên Derve ya Îsraîlê duh êvarê ragihand ku wezîrê karên derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu dê sêşem û çarşemê li Îsraîlê be. 

Dezgehên çapemeniyê yên Îsraîlê destnîşan kir ku ji 15 salan ve ev serdan a yekemîn e ku wezîrekî karên derve yê Tirkiyê serdana Îsraîlê dike. Li gorî heman dezgehan, armanc ji serdanê, pêşxistina têkiliyên di navbera her du welatan de ye, nexasim piştî ku serokê Îsraîlê Isaac Herzog di Adara borî de serdana Tirkiyê kir û bi serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan re civiya.

Çavuşoglu dê bi serokê Filistînê Mehmûd Ebas re bicive.

Li gorî Desteya Weşanê ya Îsraîlê KAN tê payîn ku Çavuşoglu çarşemê, bi wezîrê karên derve yê Îsraîlê Yair Lapid re hevdîtinê pêk bîne da ku vegerandina balyozên her du welatan û dosyayên din nîqaş bikin. Her wiha dê bi rayedarên din ên îsraîlî re bicive.

(şx)