Hikmet Hebîb: Projeya Tirkyê bombeyek li ber teqînê ye

Hikumet Hebîb anî ziman ku nedûr e ku ji bo dûbarekirina senaroyaya Lîwa Iskenderon li herêmên dagirkirî bazarên navneteweyî hebin û got: "Tirkiyê dixebite ku bi rêya guhertina demografî ya xeter, li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bombeyek hebe ku di her kêliyekê de biteqe."

Hikmet Hebîb: Projeya Tirkyê bombeyek li ber teqînê ye
24 gulan, 2022   03:26
NAVENDA NÛÇEYAN –EHMED SEMÎR

Projeya Tirkiyê ya bicihkirina miloyek penaberên Sûriyê li herêmên dagirkirî yên bakurê Sûriyê li şûna niştecihên resen ên ku hatine koçberkirin, ji hêla gelek aliyên sûrî ve rastî nerazîbûnan tê.

3'ê Gulanê, Erdogan ragihand ku amadekariyên projeya nû ya "vegera dilxwaz" dike. Li gorî vê projeyê milyonek penaberên Sûriyê yên li Tirkiyê, li herêmên bakurê Sûriyê yên dagirkirî, di serî de Efrîn, Ezaz, Cerablus, Bab, Girê Spî û Serêkaniyê bi cih bike. Ev penaber dê di avakirina avahiyên mêtîngeriyê de werin bicihkirin ku dewleta Tirk bi alîkariya rêxistin û komeleyên qeterî, kiwêtî, filistînî yên girêdayî Îxwan El-Muslimîn ava dike.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyê got, "Dewleta Tirk 'bi projeya bicihkirinê ku li Sûriyê pêk tîne, herî dawî jî projeya herêma tampon, hewl dide siyasetên xwe berdewam bike û nakokî û aloziyan di navbera sûriyan de biafrîne, guhertina demografî û mirovî pêk tîne û berjewendî û siyasetên xwe yên li dijî gelê Sûriyê pêk bîne."

Li ser mijarê, hevserokê Meclisa Qanûnsaz a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê Hikmet Hebîb ji ANHA'yê re axivî.

'BOMBEYEK LI BER TEQÎNÊ YE'

Hebîb diyar kir ku dewleta Tirk bi hevkariya hin dewletan, bi hinceta vegerandina penaberên Sûriyê kar dike, bi vegerandina wan hewl dide ewlehî û istiqrara van herêman têk bibe û wiha domand: "Bi teqez ew sûrî ne, lê vegerandina wan li herêmên ne yên wan dibe sedem ku rewşa tevlihev û belavbûyî ya di civaka Sûriyê dewam bike. Tirkiyê dixwaze li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bombeyeke li ber teqînê hebe, dixwaze wan li herêmên dagikirî bi cih bike da ku serweriya xwe li ser wan herêman ferz bike û wan herêman bike ayîdê xwe."

'LI HERÊMÊN DAGIRKIRÎ DAGIRKIRÎ GUHERTINEKE DEMGORAFÎ YA MEZIN HEYE'

Hikmet Hebîb diyar kir ku li bajarên Cerablus, Ezaz û Babê guhertineke mezin heye û wiha pê de çû: "Di bikaranîna pere, perwede û fêrbûnê de guhertineke mezin heye. Her wiha guhetineke demografîk heye mîna ya ku me li Efrînê dîtiye. Ev hemû temamkirina projeyeke xeter e ku dewleta Tirk bi pêkanîna wê dixwaze istiqrara Sûriyê xirab bike, di encamê de projeya xwe ya dijminane û dagirkirin li Sûriyê pêk bîne."

'JI BO DAGIRKIRINA HERÊMÊ BAZARÊN BI GUMAN HENE'

Hebîb îşaret pê kir ku Tirkiyê sûdê ji aloziyên li cîhanê digire da ku projeyên xwe yên dagirkirinê li herêmê pêk bike û got: "Aloziya Ukraynayê gelek bandor bi xwe re anîn. Tirkiyê qanûn û pîvanên navneteweyî bin pê dike, tevî bangên civata navneteweyî yên li Tirkiyê ku binpêkirinên xwe li Sûriyê rawestîne, lê Tirkiyê bi gelek dewletan re bazarên bi guman pêk tîne."

'AVAKIRINA AVAHIYÊN MÊTÎNGERIYÊ WÊ REWŞEKE PARÇEBÛYÎ BI XWE RE BÎNE'

Hebîb destnîşan kir ku Tirkiyê car caran hewl dide bi NATO û DYA'yê re be û car caran jî hewl dide bi Rûsyayê re be, lê heta niha rewşa xwe zelal nekiriye ku li gel kê be.

Hikmet Hebîb axaftina xwe wiha domand: "Li ser vî esasî dewleta Tirk sûd ji mijûlbûna civata navneteweyî bi aloziya Ukraynayê û zehmetiyên navneteweyî yên mezin û pirsgirêkên di Yekitiya Ewropayê de girt. Serdana dawî ya serokê Tirkiyê ji bo Erebistana Siûdî û hin dewletên kendavê di çarçoveyê van bazaran de tê kirin. Me dît çawa Qeter û Kiwêtê destek da avakirina avahiyên mêtîngeriyê li herêmên dagirkirî ku dê bi xwe re reweşeke parçebûyî çêbike."

'GUHERTINA DEMGORAFÎ, PIŞTÎ REDKIRINA OPERASYONA LEŞKERÎ PÊK HAT'

Hebîb îşaret pê kir ku civata navneteweyî pêkanîna operasyoneke leşkerî ji aliyê Tirkiyê ve li dijî herêmê red kir, nemaze piştî êrişên wê yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û Şengalê û wiha got: "Dewleta Tirk hewl dida operasyoeke leşkerî pêk anîba, bi taybet piştî ku hweldanên wê yên leşkerî têk çûn. Dewleta Tirk bi rêya vê projeyê hewl dide rola wê di aloziya Sûriyê de hebe ku armanc jê xirabkirina ewlehî û îstiqrara herêmê ye."

HELWESTÊN ŞERMÎNÎ Û NE SABIT

Hevserokê Meclisa Qanûnsaz a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser helwesta civaka navneteweyî ji projeya dewleta Tirk a li herêmên dagirkirî û wiha axivî: "Ji aliyê dewletên ku destwerdanê li aloziya Sûriyê dikin ve, bi taybet Dewletên Yekbûyî yên Amerîka û Rûsyayê  helwestên şermînî hene ku ne sabit in. Dema ji Hêzên Sûriyê Demokratîk xwestin ku li gorî hincetên bê bingeh ên Tirkiyê ji sînor dûr bikeve, van hêzan ji bo parastina herêmê bi sponseriya Amerîka li aliyekî û Rûsya li aliyekî din ev gav avêtin.  Lê berjewendiyên wan ku dûrî berjewendiyên gelê Sûriyê hene."

Têkildarî encamên ku projeya bicihkirinê bi xwe re bîne, Hebîb ev tişt got: "Me hemûyan basên kesk dîtin ku şêniyên ji herêmên gundewarê Şamê vediguhestin da ku demgorafiya Sûriyê were guhertin. Îran û hikumeta Şamê roleke mezin li Şam û gundewarên wê lîstin, gelek malbatên sûrî sewqî herêmên din ên Sûriyê wekî Idlib, Efrîn û herêmên din kirin."

Hebîb destnîşan kir ku ew rûbirûyî pirsgirêkên mezin li hemberî aloziya Sûriyê ne û got: "Ev rewş mîna bombeyek li be teqînê ye ku dibe di her kêliyekê de biteqe û jinûve şer li Sûriyê biqewime û ber bi şerekî navxweyî ve bikişîne."

Hikmet Hebîb axaftina xwe wiha domand: "Em bi vegera her sûriyekî/ê li derveyî welat li ser xaka xwe, mala xwe û baxçeyên xwe re ne. Lê bi vî rêbazê planeke qirêj a dewleta Tirk heye ku hin dewlet destekê didin guhertina demgorafiya herêmê. Ev yek dê di pêvajoya bê de şerekî navxweyî bi xwe re bîne û welat bixe tuneke din a tarî."

'ŞAM BEŞEK MEZIN JI GUHERTINA DEMOGRAFÎ HILDIGIRE'

Hebîb bal kişand ser helwesta hikumeta Şamê û diyar kir ku Şam beşek mezin ji guhertina demgorafî hildigire û wiha got: "Dema ku Tirkiyê gelek herêmê dagir kirin, me dengê nûnerê Sûriyê yên li Neteweyên Yekbûyî, an jî yê di qada navneteweyî de  û yê  Wezîrê Derve yê hikumeta Şamê nebihîst. Hewlesteke wan a eşkere û şermezarkirina dagirker an jî êrişên li ser herêmê tunebû, lê wan Hêzên Sûriya Demokratîk a ku şerê terorê kir û ew têk bir, tawanbar dikirin."

'ARMANCA ŞAMÊ PARASTINA DESTHILATDARIYÊ YE'

Hebîb bi domdarî got: "Her tim em banga diyalogan li hikumeta Sûriyê dikin. Dijminekî derve ye Sûriyê heye, ew jî Tirkiyê û alîgirên wê ye. Li ser vî esasî helwesta hikumeta Sûriyê şermînî bû. Dewleta Tirk bi hevkariya Îranê gelek malbatên sûrî ji gundewarê Şamê dersînorî herêmên dagirkirî kirin da ku guhertineke demgorafî ya mezin çêbike. Ji ber ku armanca hikumeta Şamê parastina desthilatê ye ku dûrî berjewendiya niştimanî ye."

'HIKUMETA SÛRIYÊ JÎ DEMOGRAFIYA HERÊMÎ GUHERTIYE'

Hebîb îşaret pê kir ku diviyabû ku hikumeta Şamê mîna van projeya şermezarkiribana û wiha pê de çû: "Diyar ku hevdîtin di navbera Sûriyê û Tirkiyê de ji bo danîna van planan  hebûn. Hikumeta Sûriyê rola wê di asta xwecehî ya Sûriyê ya guhertina demografiya herêmê de hebû. Em li Cizîrê ne me dît bi hinceta dagirtina bendava Firatê û bi hincetên dîtir guhetina demgorafî pêk anî. Armanca hikumeta Sûriyê ne parastina yekitiya niştimanî ya Sûriyê ye, lê armanca wê ew e ku li ser desthilatê bimîne."

VEBIJÊRKÊN RÊVEBERIYA XWESER

Têkildarî vebijêrkên Rêveberiya Xweser ên li hemberî projeyên mêtîngeriyê, Hikumet Hebîb diyar kir ku heger şerê gel ê şoreşger û berxwedana li hemberî dagirekiyê Tirkiyê tunebe, gelekî zehmet e ku Tirkiyê herêmên ku dagirkirine , terik bike.

'DIBE KU ISKENDERONEKE NÛ LI SÛRIYÊ HEBE'

Hebîb îşaret pê kir ku ne dûr ku bazarên navneteweyî ji bo dûbarekirina senaryoya Lîwa Iskenderon hebin û bi bîr xist ku bi ragihandina rakirina cezayên Qanûna Qeyser li ser hin herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re, Erdogan dest bi derxistina penaberên Sûriyê ber bi herêmên dagirkirî ve kir.

Hikumet Hebîb anî ziman ku dibe serdanên bi guman ên serokkomarê Tirk û lihevkirinên wî bi Qeter û Kiwêtê re hebin ku li ser hesabê berjewendiyên gelê Sûriyê û parçeyên din ên Sûriyê bin. Her wiha got, dibe ku Iskenderoneke nû li Sûriyê hebe.

'BERXWEDAN WÊ DEWAM BIKE'

Hebîb diyar kir ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê wê berxwedana xwe li dijî dagirkeriya Tirk bidomînin û got: "Ji bo rawestandina guhertina demografî em di aliyê siyasî û dîplomasî de dixebitin. Heger hikumeta Sûriyê behsa niştimanperweriyê dike bila were aliyê me, em bi hev re vê karesetê bisekinin."

Hevserokê Meclisa Qanûnsaz a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê Hikumet Hebîb di dawiyê de got: "Herêm wê di pêvajoya bê de li pêşberî zehmetiyên mezin rû bi rû bimîne. Divê rewşeke seferberî û hişyarbûnek ji aliyê gelê me ve hebe. Tişta ku diqewime karesteke ne xwezayî ye, ev guhertineke demgorafî ya xeter e û bombeyeke dibe ku di kijan kêliyê de biteqe."

ANHA