ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 24-5-2022

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 24-5-2022
23 gulan, 2022   23:00

-Li navçeyên bakurê rojavayê kantona Hesekê (Dirbêsiyê, Zirgan, Til Temir) serjimarî didome. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Yek ji fermandarên meydanî yên QSD’ê got, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê hemwextî êrişn hovane yên li ser navçeya Eyn Îsayê, hêzên xwe sewqî nêzî navçeyê dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hevserokê Meclisa kantona Şehbayê Cûma Kalo diyar kir ku projeya Tirkiyê ya vegerandina penaberan ne mirovî wekî ku îdia dike, lê li pey wê armancên siyasî hene û got: "Erdogan hewl dide herêmê ji bo şerên xwe bike korîdor." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Berdevka  Nivîsgeha Kombûna Jinên Zenûbiya li Reqayê da zanîn ku erka parastina Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Başûrê Kurdistanê li hember êrişên dagirkeriya Tirk li ser milê hemûyan e û got, "Armanc ji van êrişan dagirkirina herêmê ye ku projeya xwe ya Osmaniya Nû pêk bîne." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rûspiyên eşîrên Şemer û El-Welda El-Nasir diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker nikare hevgirtina gelên herêmê ji hev bixe û got “Li herêmê hemû pêkhate di nava yek eşîrê de ne û navê wê jî neteweya demokratîk e.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Hikumet Hebîb anî ziman ku nedûr e ku ji bo dûbarekirina senaroyaya Lîwa Iskenderon li herêmên dagirkirî bazarên navneteweyî hebin û got: "Tirkiyê dixebite ku bi rêya guhertina demografî ya xeter, li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bombeyek hebe ku di her kêliyekê de biteqe." (BI WÊNE Û DÎMEN).

DOSYA

- Hewldanên Ocalan ên ji bo aştî û çareseriyê li bin guhê konsepta tesfiyeyê û rizandina bi tecrîdê ya dewleta Tirk diketin. Tevgera Azadiyê ya Kurd di nava sala 2004'an de li ber biryareke nû bû. (BI WÊNE).

KURDISTAN

- Bi rasthatina 23`yemîn salvegera KNK`ê , Nîlûfer Koç, diyar kir ku pirsgirêka herî zêde KNK`ê mijûl kir PDK`ê bû û got: “Di qada dîplomasî de hewildanên dewleta Tirk li dijî KNK`ê bi ser neketin. KNK`ê bi ser ketiye.” (BI WÊNE).

CÎHAN

- Tevî ku opozîsyonê desthilata Lubnanê bi dest xist, diviyabû nirxê lîreya lubananî baş biba, lê dîsa jî ji dema pêkanîna hilbijartinan ve, dolarê amerîkî li hember lîreya lubnanî bilind bû û gihişt 30 hezar lîreyan. Gelo lubnanî derbasî qonaxeke tarî bûye yan jî sedemên din hene? (BI WÊNE).

ANHA