Ji ber bahoza tozê kehrebe li ser navçeya Holê qut bû

Duh ji ber bahoza tozê, 8 bircên kehrebeyê yên herêmê ketin erdê, di encamê de kehrebe li ser navçeya Holê qut bû.

Ji ber bahoza tozê kehrebe li ser navçeya Holê qut bû
23 gulan, 2022   13:29
HESEKÊ

Hevserokê Navenda Kehrebeyê ya Holê Heyder El-Elî ji ajansa me re axivî û got: “Ji ber bahoza tozê ku duh li herêmê çêbûye, 8 bircên kehrebeyê yên xeta 66 ku stasyona sereke ya kantona Hesekê bi stasyona kehrebeyê ya Mezreayê ya navçeya Holê ve girêd dide û kehrebeyê dide xeta başûr bakurê navçeya Holê, ketine erdê. Di encamê de kehrbe li herêmê bi giştî qut bû.”

Her wiha diyar kir ku birc ketine ji ber ku gelek beşên wê hatine dizîn.

 (şx)

ANHA