​​​​​​​Çeteyên dagirkeriya Tirk welatiyekî din li navçeya Mabetayê revand

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker welatiyekî li navçeya Mabetayê revand û ber bi cihekî nediyar ve bir.

​​​​​​​Çeteyên dagirkeriya Tirk welatiyekî din li navçeya Mabetayê revand
23 gulan, 2022   13:28
ŞEHBA

Çavkaniyan ji navçeyê ragihand ku çeteyên Mihemed El-Ftih welatiyê bi navê Fewazî Şikrî Heyder (39) yê ji gundê Kirka Jêrîn ê navçeya Mabetayê ya kantona Efrînê revand.

Heman çavkaniyan diyar kir ku çeteyan Fewzî Şikrî Heyder ber bi cihekî ne diyar ve bir.

(şx)

ANHA