Jinên Girê Spî êriş planên dewleta Tirk şermezar kir

Jinên  Girê Spî bi daxuyaniyekê êriş û planên domdar ên dewleta Tirk a dagirker ên li herêmê şermezar kirin.

Jinên Girê Spî êriş planên dewleta Tirk şermezar kir
23 gulan, 2022   13:48
EYN ÎSA

Bi dehan jinên koçber ên Gir Spî li qada Kampa Girê Spî kom bûn û daxuyanî da. Jina bi navê Emîra El-Omer daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê û planên wê yên guhertina demgorafiya herêmên dagirkirî hatin şermezarkirin.

Jinên koçber li hemberî planên mêtîngeriyê soza şopandina xeta têkoşîn û berxwdanê dan.

ANHA