​​​​​​​Dagirkeriya Tirk sewal û zeviyên gundiyên Kîl Hesnakê dike hedef

Dewleta Tirk a dagirker careke din şêniyên gundê Kîl Hesnak ê Tirbespiyê kir hedef. Şêniyan jî daxuyand ku dagirkeriya Tirk pez û zeviyên wan topbaran dike, di encamê de şewat rû dide û heta nikarin miriyên xwe jî li goristanê defin bikin.

​​​​​​​Dagirkeriya Tirk sewal û zeviyên gundiyên Kîl Hesnakê dike hedef
23 gulan, 2022   09:22
QAMIŞLO-RÊNAS REMO

Azarên şêniyên gundên li ser sînorên Bakurê Kurdistanê ji ber zilm û hovîtiye leşkerên Tirk berdewam dikin. Leşkerên Tirk rasterast gundiyan, mal û milk û sewalên wan dikin hedef.

Gundê Kîl Hesnak li bakurê rojhilatê Tibespiyê ye û bi salan e ji sûc û binpêkirinên leşkerên dagirkeriya Tirk nefilitî. Ji ber topbaranê û hedefgirtina yekser, zeviyên wan dişewitin û nikarin biçin ser zeviyên xwe.

Herî dawî, dewleta Tirk a dagirker di 19`ê Gulanê de rasterast şêniyên gundê Kîl Hesnak kirin hedef ku pez diçêrandin û di nav zeviyên xwe de kar dikirin.

Şêniyan diyar kir ku ev hefteyek e leşkerên dagirkeriya Tirk rojane guleyan li wan dibarînin û nahêlin ew biçin nav zeviyên xwe.

Şêniyê bi navê Ferman Ferman ku roja înê sewalên wî bûn hedefa leşkerên artêşa Tirk a dagirker, got: “Ruxmî ku em ji sînor dûr in, lê dîsa jî bê sedem leşkerên Tirk êrişî me dikin. Ji ber wê 3 seriyên pez bi guleyên leşkeran birîndar bûn. Heta sewal jî ji binpêkirin û sûcên dewleta Tirk nafilitin.”

Ferman daxuyand ku dewleta Tirk tevî dewriyeyên hêzên garantor Rûsya û Amerîkayê li herêmê lê dîsa jî êriş dike û wiha domand: “Em bêdengiya wan qebûl nakin, divê rê li pêşiya sûcên dewleta Tirk a dagirker bigirin. Bi taybet li gel ku dewleta Tirk nahêle em miriyên xwe li goristana gund veşêrin.”

Her wiha mala welatiyê bi navê Rêrast jî beriya çend rojan bû hedefa guleyên leşkerên Tirk. Hevsera wî Sûad Hesen destnîşan kir ku ew di xew de bûn dema avêtin ser xaniyê wan.

Sûad teqez kir ku dewleta Tirk a dagirker nahêle gundî avê ji kaniya gundê bînin û wan bê sebeb dike hedef û got: “Hewl dide tola binkeftina xwe ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê ji me hilde. Ji ber wê yekser welatiyan dike hedef.”

(şx)

ANHA